HDP'ê, ji bo lêkolînkirina hemû astengiyên pratîkî û qanûnî yên li pêşiya jiyîn û pêşvebirina çand û zimanên dayikên yên cuda û ji bo parastina zimanên dayikê yên bi tinebûnê re rû bi rû ne, pêşniyarnameyek lêkolînê pêşkêşî Meclîsê kir.
Parlamenterê HDP'ê yê Wanê Kemal Aktaş, ji bo tespîtkirina astengiyên li pêşiya parastin û bikaranîna zimanê dayikê, pêşniyarnameya lêkolînkirinê pêşkêşî Serokatiya Meclîsê kir.
Aktaş 21'ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê bibîr xist û diyar kir, ku li gorî daneyên UNESCO li gelemperiya cîhanê 2 hezar 500 ziman bi tinebûnê re rû bi rû ne, ji van 18 li Tirkiyeyê ne.
Aktaş bal kişand ser girîngiya zimanê dayikê di jiyana mirovan de û got, "Li welatê me, ji bilî Tirkî bi mîlyonan zarok xwedî wî mafî ne ku bi zimanê xwe yê dayikê yên weke 'Kurdî, Erebî, Lazî, Çerkezî hwd.) hîn bibin."
Aktaş ji bo lêkolînkirina hemû astengiyên pratîkî û qanûnî yên li pêşiya jiyîn û pêşvebirina çand û zimanên dayikên yên cuda û ji bo parastina zimanên dayikê yên bi tinebûnê re rû bi rû ne, pêşniyarnameyek lêkolînê pêşkêşî Meclîsê kir û xwest Meclîs mijarê lêkolîn bike.