BI DÎMEN

Gerîlayan bang li ciwanan kir: Ji bo azadiya Rêber Apo xwe birêxistin bikin

Ji gerîlayên HPG’ê Şahîn Reqa bi wesîleya rojbûna Rêber Apo ji ciwanên Ereb re banga ‘’Rêber Apo nas bikin, tevlî heqîqeta wî bibin û xwe bigihînin heqîqeta xwe’’; Avareş Reqa jî got, ji bo azadiya Rêber Apo xwe birêxistin bikin.

4’ê Nîsanê ji bo hemû gelên Rojhilata Navîn ronahiyeke vejînê ye; ronahiya hêviya jiyana azad e, agirê di dilê lêgerên azadiyê de ye. Rêber Apo ji bo azadiya gelê li herêmê, ji bo demokrasiyê hemû jiyana ji têkoşîneke dijwar re feda kir. Ji ber vê yekê 4’ê Nîsanê weke rojbûna hemû gelên azadîxwaz tê pênasekirin. Gerîlayên HPG’ê Şahîn Reqa û Avareş Reqa bi wesîleya rojbûna Rêber Apo hest û ramanên xwe anîn ziman.

‘RÊBER APO NAS BIKIN Û XWE BIGIHÎNIN HEQÎQETA XWE’

Şahîn Reqa: ‘’Ez weke kesekî Ereb û şopdarekî fikrên Rêber Apo, 4’ê Nîsanê li hemû gelên azadîxwaz pîroz dikim. Em dizanin ku li Rojhilata Navîn herî zêde gelê Kurd bi zilmê re rû bi rû maye lê belê li gel pêngava Rêbere Apo êdî gelê Kurd ber bi azadiyê ve meşiya. Vê yekê ji bo hemû gelên li herêmê rêya azadiyê vekir. Di bingeha demokratîkbûyîna Rojhilata Navîn a îroyîn de keda Rêber Apo gelek e. Ev 26 salên dawîn in hemû kêliyên jiyana xwe ji bo têkoşînekê feda dike. Îro fikrên Rêber Apo li her derê belav dibin.  Fikrên Rêber Apo, rêya lêgerîna azadî û demokrasiyê ne. Ev fikir tekane rêya azadiya Rojhilata Navîn e. Beriya ku em vê fikrê nas bikin, nêrînên me gelekî teng û sînordar bûn. Lê belê bi nasîna Rêber Apo êdî em ne tenê azadiya xwe di heman demê de azadiya hemû mirovahiyê  difikirin.

Nêrîna me ya têkildarî rêhevaltî û civakê guherî. Me rêhevaltiya rastîn nas kir. Em îro dibînin ku Rêber Apo, jiyana xwe ji bo rêhevaltiya rastîn feda kiriye; ew rêhevalê rêhevalan e. Îro li vê herêmê felsefeya ‘Jin Jiyan Azadî’ bilind dibe û pêşengtiya wê li Kurdistanê tê kirin. Ji ber vê yekê e weke  gerîlayekî Ereb dibêjim; Nasîna min a Rêber Apo, ji bo min bû hişyariyeke wijdanî. Banga min ji hemû ciwanên Ereb re ye; Rêber Apo nas bikin, pirtûkên wî bixwînin, rastiya wî nas bikin û xwe bigihînin heqîqeta xwe.  4’ê Nîsanê rojbûna hemû gelên azadîxwaz e. Ji ber vê yekê ez 4’ê Nîsanê dubare li hemû gelan pîroz dikim.’’

‘JI BO AZADIYA RÊBER APO XWE BIRÊXISTIN BIKIN’

Avareş Reqa: ‘’Beriya her tiştî 4’ê Nîsanê li Rêber Apo, hemû hevrêyan û gelan pîroz be.  4’ê Nîsanê hem ji bo me gerîlayan û hem jî ji bo gelê me gelekî watedar e. 4’ê Nîsanê ji bo min rojeke dîrokî ye. Ger mirov bixweze xwe nas bike, pêşbixe û li hemberî pergala heyî têbikoşe divê li ser vê rojê kûr bibe. Çimkî dema pratîka Rêber Apo nas dike,dizane ku ev pratîk çi qasî hêja ye. Em îro weke ji gelên cuda hatine li ba hev, bi hev re dijîn û li ber xwe didin; ev jî encama keda bi salan e.  Hemû pergalên serdest li hemberî yekîtiya gelan kar dikin û hewl didin wan ji hevdu dûr bixin lê belê Rêber Apo ew hewldan pûç kirin.

Ji ber vê yekê dema Rêbertî hate rehîngirtin bi dehan kesan bedena xwe dan ber agir. Rêbertî gel ji tunebûnê afirand. Têkoşîna PKK’ê ya 51 salan, encama keda Rêber Apo û şehîdan e. Em weke ciwanên Ereb tevlî vê têkoşînê bûn, ji ber vê yekê 42ê Nîsanê ji bo me gelekî girîng e. Di nava tevgerê de em ji gelên cuda bi hev re dijîn û têdikoşin. Ez dixwazim ji vir bang li civakê bikim; Bila gelên Ereb, Kurd, Suryanî û Ermenî bi awayekî wekhev bi hev re bijîn û girêdayî vê yekê li keda Rêber Apo xwedî derkevin. Di heman demê de bila hemû ciwanên Ereb jî xwe bi fikra Neteweya Demokratîk û fikrên Rêber Apo pêş bixin.

Îro li çiyayên Kurdistanê weke hêzên HPG û YJA Starê, girêdayî fikr û keda Rêber Apo em bi hev re têkoşîneke mezin bi rê ve dibin. Armanca Rêbertî afirandina jina azad e; em girêdayî vê yekê dimeşin û li ber xwe didin.

Rêbertî, ciwan ji pergalê rizgar kir; ji ber vê yekê 4’ê Nîsanê ji bo me gelekî girîng e. Divê heya ku azadiya fîzîkî ya Rêbertî tê dabînkirin, em têkoşîna bi awayekî xurttir bidin meşandin. Banga min ji hemû ciwanan re ye; Ji bo azadiya Rêber Apo xwe birêxistin bikin. Dubare 4’ê Nîsanê li hemû gelan pîroz be.’’