Gelê Wanê ji bo zimanê dayikê meşiya

Li Wanê bi wesîleya 21’ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê yê Cîhanê bi sedan kesên hatin gel hev, meşek li dar xistin û bi daxuyaniyeke çapemeniyê dan.

Li Wanê bi wesîleya 21’ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê yê Cîhanê bi sedan kesên hatin gel hev, meşek li dar xistin û bi daxuyaniyeke çapemeniyê dan.

Li Wanê bi sedan welatî li Parqa Musa Anter hatin cem hev ber Parka Hunerê ve meşiyan. HDP, DBP, MAPER, hevşaredar û gelek kes tevlî meşê bûn. Di meşê de pankarta "Zimanê me rûmeta meye" hate vekirin û dowîzên "Bê ziman azadî pêk nayê", "Bê ziman jıyan nabê" û "Zimaneke azad jiyaneke azad" hatin hilgirtin û diruşmeyên "Bê ziman jiyan nabe" û "Zimanê me rumeta me ye" hatin berzkirin. Piştî meşê rêzgirtin pêk hat û li ser navê girseyê Rêveberê Şaxa KURDÎ-DER'ê yê Wanê Tahsîn Tîmuir axivî û diyar kir ku bi salane dewlet li ser Kurdî polîtîkayên asîmîlasyonê dide meşandin û wiha got: "Dewlet heya niha di mijara ziman de samîmî nebû. Em dersên hilbijêr ên Kurdî qebûl nakin."

Şaredariya Îpekyolu jî di çarçoveya Roja Zimanê Zikmakî de li Taxa Sixkê Mala Piştgiriya Perwerdeyê vekir.