Festîvala belgeselan a FilmAmed dest pê dike

Festîvala Fîlman a FilmAmed îsal cara 7'an pêk tê. Festîval wê heta 12'ê Gulanê bidome û gelek belgesel wê werin nîşandan.

Komeleya Akademiya Sînemaya Rojhilata Navîn wê îsal Festîvala 7’emîn a Belgefîlma FîlmAmed li dar bixe. Festîval îro destpê dike û heta 12’ê Gulanê wê bidome. Wê sînemahez di festîvalê de li gelek belgefîlm û fîlman temaşe bikin. Endamê Komeleya Akademiya Sînemaya Rojhilata Çinar Dogan der barê FilmAmedê axivî û diyar kir ku belgefîlmên bi temaya “Koçberî” û “Berxwedana jinan û çîrokên afirandina cîhanek nû” wê di festîvalê de cih bigirin û got, bi giştî wê 44 fîlm bên pêşandan.

 '44 FILM WÊ BÊN PÊŞANDAN'

Dogan anî ziman ku Festîvala 7’emîn a Belgefîlma FîlmAmed bi hêz û dewlemendiyek mezin destpê dike û wiha axivî: “Belgefîlmên bi temaya ‘Koçberî’ û ‘Berxwedana jinan û çîrokên afirandina cîhanek nû’ dê di festîvalê de cih bigirin. Bi giştî wê 44 fîlm bên pêşandan. Yek ji taybetmendiya filmên îsal ew e ku ji 44 fîlman derhênerê 20 fîlman jin in. Tê fikirandin tarîfkirina jiyanê ya di kameraya jinan de dê bandorek girîng li ser temaşevanan bihêle. Di afîşa îsal a festîvalê de jina lê dinêre û dibîne balê dikişîne ser xwe. Afîşa festîvalê dayikek ku li ber dîwar sekiniye û bi ser dîwar re li kavilên li navçeya Sûrê dinêre ye.”

'BALÊ DIKÊŞE LI SER NIRXÊN KURDISTANÎ'

Dogan destnîşan kir ku FilmAmed rengê civakê nîşan dide û wiha pê de çû: “Temaya me ya bingehîn ya îsal Sûre û balê dikêş li ser Sûrê. Gelek belgeselê din yê me hene. Mînak, Berxwedana berxwedêran ji Îrlanda heta Rojava, ji Rojava heta Afganîstanê tîne pêşberî temaşevanan. Li aliyekê FilmAmed di nava mirovan de vediguhere raman û fikrîna parvekirina civakê. Dîsan xebata belgefilman li ser çar parçeyên Kurdisanê heye. Ji derveyî pişaftinên balê dikêşe li ser nirxên Kurdistanî.” 

Dogan, di dawiya axaftina xwe de got: “FilmAmed di navbera 8-12’ê Gulanê de weke herdemê wê bilêt derdikeve pêşberî temaşevanê xwe. Îro di saet 7:00’an de di Salona Sînemayê 1 a ÇandAmedê de destpê dike. Em weke Komeleya Akademiya Sînemaya Rojhilata Navîn hemû sînemahezan û gelê Amedê vedixwînin FilmAmedê.” 

Fîlm di çarçoveya festîvalê de dê li Navenda Çand û Kongreyê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê û li Şaxa Odeya Avahîsazan a Amedê bên pêşandan.

BERNAMEYA FESTÎVALÊ WIHA YE:


8’ê Gulanê roja çarşem

Salona Sînemayê 1 a ÇandAmed

Saet 19:00

Axaftinên vekirina bernameyê

Pêşandana belgefîlm: “Ez şoreş im (Ben Devrimim)”


9’ê Gulanê roja pêncşem

Salona Sînemayê 1 a ÇandAmed

Saet 13:00 “Gavên nayên zanîn (Bilinmeyen Adımlar)”

Saet 13:00 “Tê bîra min (Hatırlıyorum)”

Saet 13:00 “AFGAİSTANBUL”

Saet 15:00 “12×1 Komuna Fîlm a Rojava (Rojava Film Komünü)”

Saet 15:00 “3 Kamerayên diziyê (3Çalıntı kamera)”

Saet 17:00 “Nêrîna mêzekirinê (Bakış Açısı)”

Saet 17:00 “Lîstikên bêsînor (Sınırsız Oyunlar)”

Saet 17:00 “Mal (Ev)” / Gotubêj

Saet 19:00 “Bîr (Kuyu)” / Gotubêj

Salona Sînemayê ya 2 ÇandAmed

Saet 13:00 “Ji gulê jî bi hêztir e (Kurşundan da Guçlu)

Saet 15:00 Madun Konuşabilir mi?/Gotubêj

Saet 17:00 “Kokên ji nûve hatine pênasekirin”

Saet 18:00 “Şeva Xîzê

Saet 19:00 Gazin/ Gotubêj

 

10’ê Gulanê roja în

Salona Sînemaya 1 a ÇandAmed

Saet 13:00 “Mayîna Rû Bi Rû” / Gotubêj

Saet 15: 00 “Yên li Paş Mayî” / Gotûbêj

Saet 17:00 Dîmenên Ku Te Winda Kirin

Saet 19:00 Hun Ji Dûristanê Hatine /Gotubêj

Salona Sînemayê 2 a ÇandAmed

Saet 13:00 Kî Ji Vî Re Got Na

Saet 15:00 Ne Havîne Ne Jî Zivistan

Saet 17:00 Ji Dengê Yekem Heta Nefesa Dawî / Gotubêj

Saet 19:00 Bişkoka Sedef

Şaxa Odeya Avahîsazan a Amedê TMMOB

 

9’ê Gulanê roja pêncşem

Saet 13:00 Birîna Xurûrê / Gotubêj

Saet 15:30 Ji Dengê Yekem Heta Nefesa Dawî

 

10’ê Gulanê roja înê

Saet 13:00 Hêza Rastiyê

Saet 15:30 Tebeşîr / Gotubêj

 

11’ê Gulanê roja şemiyê

Salona Sînemayê 1 a ÇandAmed

Saet 12:00 Birîna Xurûrê / Gotubêj

Saet 15:00 Amîna / Gotubêj

Saet 17:00 Modela Keybanû /Gotubêj

Saet 17:00 Sînemayên Dayika Min (My Mother’s Films) / Gotubêj

Saet 19:00 Fermandar Arîan

Salona Sînemayê 2 a ÇandAmed

Saet 12:00 Di Destpêka Bayê De

Saet 14:00 Ara Guler Carek Ji Caran Stenbol

Saet 17:00 Serî Bi Serî

Saet 19:00 Li Sûriyeyê Ji Dayikbûn

 

12’ê Gulanê roja yekşemê

Salona Sînemayê 2 a ÇandAmed

Saet 13:00 Fîlma Wê/Wî

Saet 15:00 Chawî Awaz

Saet 15:00 Mîraz/ Gotubêj

Saet 17:00 Prîmas

 

Bidawîbûna festîvalê

Saet 19:00 Kavil

Saet 19:00 Her Mal Dibistaneke /Gotubêj

Salona Sînemayê 2 a ÇandAmed

Saet 10:00 Forum

Saet 12:00 Çîna Ji Plastîk

Saet 14:00 Evîn / Gotubêj

Saet 15:00 Semîner

Saet 15:00 Tebeşîr / Gotubêj

Saet 15:00 Hêza Rastiyê / Gotubêj