Engîzek: Wêje çîmentoya civakê ye

Endamê Komîteya Wêjeya Kurdî Cafer Engîzek diyar ku ziman hestiyê piştê yê civakê ye û wêje jî ji bo civakekê wezîfeya çîmentoyê dibîne.

UNESCO’yê ji bo zimanên li ser rûyê cîhanê nemirin û bêne parastin di sala 1999’an de roja 21’ê  Sibatê weke ‘Roja Zimanê Dayikê ya Navneteweyî’ pejirand. Cara yekem di sala 2000’an de pîroz kir û ji wê rojê heta roja îro her 21’ê Sibatê li cîhanê weke ‘Roja Zimanê Dayikê ya Navneteweyî’ tê pîrozkirin. Bi minasebeta wê rojê têkiliya wêjeyê û ziman çi ye û wêjeya li çiyê tê kirin nêrînên Endamê Komîteya Wêjeyê ya Kurdî Cafer Engîzek girt. Cafer Engîzek, diyar kir ku her çiqas ji bo gelê Kurd 21’ê Sibatê ne roja zimanê dayikê be jî, 21’ê Sibatê li cîhanê hem roja zimanê dayikê ye hem jî li hemberî dagirkerî û mêtingeriyê roja berxwedanê ye û ji ber vê jî rojeke pîroz e. 

‘DEMA ZIMAN ÇÛ CIVAK JÎ DIÇE’

Cafer Engîzek, girîngiya ziman a ji bo civakekê bi van gotinan anî ziman: “Ziman, hestiyê piştê yê civakekê ye. Eger zimanê civakekê têk biçe, ew civak bi hêsanî nikare xwe li ser piyan bigire. Ew ê bibe civakeke şêt. Dema zimanê civakekê biçe ji wê civakê tiştek namîne.” Engîzek, diyar kir ku ji bo pişaftina gelê Kurd dewletên dagirker pir li ser pişaftinê sekinîne û wiha got: “Dewletên dagirker çima ew qas li ser pişaftinê disekinin. Di dibistanên seretayî de çima dewleta Tirk dibêje divê zimanê Kurdî nebe. Ev yek bi xwe girîngiya ziman îfade dike. Eger ziman çû êdî ti hêdî hêdî dibe wekî yê dijberê xwe. Ti dibî wekî wan. Heke dagirker Tirk be, ti dibî Tirk. Pêşî zimanê te diçe, piştre cilên te diçin, paşê çanda te ya xwarin û vexwarinê diçe, paşê çanda te ya kevnare diçe. Çanda Kurdîtiyê ya kevnare çi ye? Naveroka Kurdewariyê kedkarî, afirandin, parvekirin e. Heke ti li zimanê xwe xwedantiyê neke, ti ji van hemû tiştan dûr dikeve. Tiştekî dîtir wextê mirov bi zimanê xwe nenivîsîne, nexwîne mirov bê ziman dibe.” 

TÊKILIYA ZIMAN Û EDEBIYATÊ

Engîzek, têkiliya ziman û edebiyatê bi van gotinan vegot: “Têkiliya ziman û edebiyatê çi ye? Me got ziman hestiyê piştê yê civakê ye. Eger ziman têk çû, ew civak jî têk diçe. Ew civak careke din jî li ser xwe nasekine. Edeb jî ji edebiyatê tê. Yanî ji edeba civakekê tê. Edeba Kurdan çi ye xuliqandin e, afirandin e. Li ser esasê kedê ye. Edeba Kurdan tiştê afirandiye desteser nake, kom nake, berhev jî nake, bi awayekî wekhev li civaka xwe belav dike. Edeba Kurdan parvekirin e. Edeba serdestan çi ye, desteserkirin e.” 

‘DESTAN YEKÎTIYA NETEWEYÎ PÊŞ DIXE’

Engîzek, destnîşan kir ku wêje, çîmentoya civakekê ye û wiha got: “Eger wêjeyek nebe ew civak ji hev dikeve, ji hev belav dibe. Girîngiya wêjeyê ev e. Kîjan wêje miletan ligel hev digire. Destan, destanên neteweyî. Mînak destana Memê Alan Soran jî dizanin, Hewraman jî dizanin, Kurmanc jî dizanin, Dimilkî jî dizanin. Di destana Memê Alan de çi ye heye? Evîn heye, yekîtiya kurdan heye. Ew destan dibe ku bi sedan salan heta roja me ya îro hatiye. Ev destan dihêle yekîtiya Kurdan çêbibe. Ev destan nebûya, yekîtiya Kurdan a neteweyî jî namîne. Wêje roleke xwe ya bi vî rengî jî heye. Tiştekî dîtir di wêjeyê de çi heye? Wêje jixwe edeb e. Edeb exlaqê civakekê temsîl dike. Edebiyat ew ê çi bike, rê nîşanî civakê bide. Yanî tiştên baş û tiştên xerab ji hev cuda bike. Bi nêrîna reş û spî nanêre.” 

‘BI QASÎ ZIMAN NAVEROK JÎ GIRÎNG E’

Têkoşîna Azadiya Kurdistanê destpêkê bi Tirkî bû, lê gelek derfet ji bo Kurdîtiyê ava kir. Heke wê demê derfet hebûna wê bi Kurdî têkoşîn bihata dayîn. Lê ji ber ku derfet tinebû, nivîsandinên xwe bi Tirkî kirin. Lê derfet hebe mirov bi Kurdî binivîsîne û bixwîne hîn baştir dibe. Beriya Tevgera Azadiya Kurdistanê derkeve li Kurdistanê gelek tevger û bizav hebûn. Van hemûyan bi Kurdî qise dikirin û kovarên Kurdî derdixistin, lê ev yek çiqas xizmet ji gelê Kurd re kir? Xizmet ji gelê Kurd re nekirin. Ji bo yekitiya gelê Kurd, ji bo pêşvebirina gelê Kurd, ew nirxên gelê Kurd ku ji dîrokê afirandine û heta roja îro anîne karîbûn biparêzin. Xizmet ji van tiştan re kir an nekir. Lê dema mirov ji roja îro lê dinêre xizmet ji gelê Kurd re nekirine. Lê Tevgera Azadiya Kurdistanê destpêkê bi Tirkî xebatên xwe meşand, lê ew Têkoşîna Azadiya Kurdistanê hem gelê Kurd hem jî zimanê Kurdî parast.” Engîzek, destnîşan kir ku wêjeya Kurdî ji aliyê ziman ve divê xizmetê bike  û wiha got: “Yekî ku zimanê wî baş be wê di warê ziman de pêş bikeve, lê di aliyê naverokê de pêşketinekê temsîl nake. Dema em dibêjin naverok, azadiya gelê Kurd e, rizgariya Kurdistanê ye. Tenê ziman derxistina pêş, girîngiya xwe heye, lê ew jî tenê ji bo pêşxîstina ziman e. Divê hevsengiyek di nav ziman û naverokê de bê avakirin.”

‘WÊJEYA LI ÇIYÊ GELEKÎ DEWLEMEND E’

Engîzek, der barê wêjeya ku li ser çiyayên Kurdistanê tê afirandin jî wiha got: “Ji bo wêjeyê mekan girîng e. Zeman jî girîng e. Yanî tu di kîjan mekanî û zemanî de dijî. Eger ti dixwazî tiştekî binivîsînî ew mekanê ti lê dinivîsînî  girîng e. Berxwedana wêjeya Kurdî ya li çiyayan bi şêwazê gerîla destpê kir; yanî serhildan jî heye, zindan jî heye.” Engîzek, diyar kir ku wêjeya li serê çiyê di çend qonaxan de derbas bûye û gihîştiye roja îro: “Destpêkê me bi xebatên bîrdozî destpê kir. Xebatên bîrdozî me li ku destpê kir, li Enqereyê. Paşê ev bîrdozî veguhezî Kurdistanê. Ev qonaxeke. Paşê xebatên me yên rêxistinî û siyasî destpê kir. Ev jî qonaxeke. Piştre berxwedana zindanan destpê kir, ev jî qonaxeke. Piştî berxwedana zindanan berxwedana gerîla destpê kir. Ev di berxwedanê û serhildanê weke al wergirtinê cih digire. Berxwedan, serhildan û jiyana gerîla bi serê xwe mijara edebiyatê ye.” Engîzek, daxuyand ku edebiyata li çiyê çêdibe girîngiya xwe heye û wiha got: “Ev tenê berxwedana gerîla ya li parçeyekî nanivîsîne. Ji bo her yek ji civakekê tê ji parçeyekî tê wan tiştan dinivîsîne. Dema ti însanekî dinivîsinî, ji kîjan civakê hatibe ti taybetmendiyên wê civakê dinivîsînî. Dema taybetmendiyên PKK’ê jî girt ti wan hemûyan dikî yek.” 

‘BAZIRGANÎ WÊJEYÊ PÊŞ NAXE’

Engîzek, bilêv kir ku ji bo rexneya wêjeya Kurdî got ku ji ber bi tîcarî çêdibe, wêjeyê pêş naxîne û wiha got: “Me got wêje çi ye, ji exlaqê tê. Exlaqê Kurdan dûrî bazirganî, hiyerarşî û desthilatdariyê ye. Edebiyata li çiyê tê pêşxistin ji nav derxe, edebiyata ku li parçeyên din tê kirin xwe li ser edebiyatê didin jiyandin. Ev nabe edebiyat. Edebiyat dibê her tiştê xwe ji bo civakê be. Êşa civakê binivîsîne. Ji wan re çareseriyê bixuliqîne.”