Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê bang li gel kir ku di 21’ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê de li dijî red, înkar û asîmîlasyonê, ji bo perwerdeya zimanê dayikê û rêveberiya xweser mafê xwe yê berxwedana rewa û demokratîk bikar bîne û têkoşînê li her qadê bilind bike.
Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê diyar kir ku 21’ê Sibatê wek roja zimanê dayikê yê cîhanê hatiye qebûlkirin û got: “Di 21’ê Sibatê de li dijî hemû polîtîkayên rizandin û asîmîlekar ên serdestan ku hemû gelên bindest û çandan înkar, red dike û dixwaze asîmîle bike, divê têkoşîn bên bilindkirin û wek roja têkoşîna li djî van pêkanînan bê nirxandin.”
KCK’ê destnîşan kir ku ziman ne ser hev re ne û wiha pêde çû: “Her zimanek nirxek e. Hemû ziman bi nirx in. Ziman ruhê bedenê ye. Diyalektîka ziman û beden, ziman û ruh, zilman û mejî, ziman û jiyan tinebe, wateya ti tiştekî tine. Bedenekî bê ziman ji tabûteke hişk pêkane, miriye. Mêjiyê bê ziman tine bûye. Gelê ku zimanê xwe bi awayekî azad nejiyabin, bûne kole. Ji ber vê yekê dijminahiya ziman dijminahiya herî zalim a li dijî mirovahiyê pêk hatiye.
HETA MAFÊ PERWERDEYA ZIMANÊ DAYIKÊ NEYÊ QEZENCKIRIN BÊ NAVBER TÊKOŞÎN
KCK’ê got ku zimanê Kurdî zimanê herî qedîm ê dîrokê ye û wiha berdewam kir: “Ligel ku bi salane polîtîkayake asîmîlasyonê pêk tê, Kurdistan rastî mêtingeriyeke mezin hatiye jî, Kurdan ji bo ziman û çanda xwe bidin jiyîn berxwedanên mezin dane. Wêje û zimanê Kurdî yê nivîskî hatiye şewitandin û tinekirin, ji bo pêşketina wê ti car derfet nehatiye dayîn. Lê Kurdan bi baweriya ziman jiyane, ziman azadî ye, ziman berxwedan e, zimanê xwe bi stran, lorîn, helbest, çîrokan daye jiyîn. Destana Mem û Zîn îro wek destana navneteweyî tê qebûlkirin. Kurdan wêjevanên mezin Ehmedî Xanî, Feqiyê Teyran û Meleyê Cizîrê gihandine.
Mînakeke wek polîtîkayên entegrasyon û asîmîlasyonê ya mêtingeriya Tirk a li ser Kurdan tine ye. Kurd bi sedsalan rastî asîmîlasyona dijwar hatin. Ji bo vê bi her awayî zorê berê xwe dan ser Kurdan, dibistanên herêmî yên şevînî li Kurdistanê zêde kirin û yekane armanca vê ev bû ku zarokên Kurd hê zimanê xwe fêr nekirine zimanê Tirkî pê bidin hîn kirin. Ev pêkanîneke dijminahiya mirovahiyê ye. Ev mêtingeriyeke zîhnî ye. Ne zimanê wan, fikirîna Tirkî lê ferz kirine. Serhildana herî mezin a Kurdan li dijî vê çêbûye. Qedexekirina zimanê wan, astengkirina pêşxistina ziman û çanda wan, bi tena serê xwe bûye sedema serhildanê. Ji ber ku zimanê bê qedexekirin tê wateya ku gelek, nasname û kesayetek hatiye redkirin. Kurd xwedî maf in ku bi îradeya xwe ya demokratîk bi zimanê xwe perwerdehiyê bibînin û ewlehiya xwe pêk bînin. Bi rêveberiya xweser re, heta ku mafê perwerdehiya zimanê dayikê neyê qezenckirin wê têkoşîn bidome.”
Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê bang li gel kir ku di 21’ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê de li dijî red, înkar û asîmîlasyonê, ji bo perwerdeya zimanê dayikê û rêveberiya xweser mafê xwe yê berxwedana rewa û demokratîk, bikar bîne û têkoşînê li her qadê bilind bike.