Di navbera DYA û Îranê de hevdîtinên nukleerê destpê kirin
Di navbera DYA û Îranê de hevdîtinên nukleerê destpê kirin
Di navbera DYA û Îranê de hevdîtinên nukleerê destpê kirin
Hevdîtinên li ser mijara nukleerê yên di navbera DYA û Îranê de, îro li paytexta Umman Maskatê destpê kirin.
DYA ku di nava welatên 5+1 ên ji Rûsya, DYA, Çîn, Fransa, Îngilîstan û Elmanyayê cih digire, bi Îranê re li ser mijara hilberîna nukleerî de dest bi hevdîtinan kir.
Beriya hevdîtinên heta 24'ê Mijdarê dewam bikin, Wezîrê Karên Derve yê DYA John Kerry û Wezîrê Karên Derve yê Îranê Cevad Zarîf li paytexta Ummanê li hev rûniştin.
Her du aliyan, roja Yekşemê di bin çavdêriya Nûnera Bilind a Polîtîka Derve ya Yekîtiya Ewropa (YE) Catherine Ashton hevdîtinek bi qasî 5 saetan lidar xistin.
Serokê DYA Barack Obama li dû civînên duh daxuyaniyek dabû û diyar kirin ku di mijara muzakereyên nukleerî de her du welat gelekî ji hev dûr in. Lê belê aşkera kiribû ku ew dixwazin beriya 24'ê Mijdarê bigihêjin encamekê.