Ciwanên Meksîkî bi hevkariya polîs û çeteyan hatin qetilkirin
Ciwanên Meksîkî bi hevkariya polîs û çeteyan hatin qetilkirin
Ciwanên Meksîkî bi hevkariya polîs û çeteyan hatin qetilkirin
Li Meksîkayê, ku bi pevçûnên çeteyan û komkujiyan her di rojevê de ye, derket holê ku 43 xwendekarên di meha Îlonê de winda bûn, bi hevkariya polîsan, siyasetmedarên herêmî û çeteyan hatine qetilkirin. Hat ragihandin ku xwendekarên endamên komên çep, piştî ku ji aliyê çeteyan ve hatine qetilkirin hatine şewitandin. Vê hevkariya siyasetmedar û çeteyan jî, civak bêzar kiriye.
Der heqê qetilkirina 43 xwendekarên, ku di dawiya meha Îlonê de dema mercên xebatê yên mamosteyan protesto dikirin hatin revandin, agahiyên tirsnak derketin holê. Serdozgerê lêpirsînê dimeşîne Jesus Murillo Karam di civîneke çapemeniyê ya çend roj berê de, ragihand ku xwendekar ji aliyê endamên kartela narkotîkê ya bi navê 'Guerreros Unidos' (Şevanên Yekbûyî) ve hatine qetilkirin.
Serdozger diyar kir ku 3 kesên di operasyona li hemberî çeteyan de hatin binçavkirin, li qetilkirina xwendekaran mukur hatine û anî ziman ku van kesan gotine hestiyên li kêleka çemê nêzî bajarê Cocula hatine dîtin, yên xwendekaran e.
3 endamên Guerreros Unidos ên ji komkujiya li Meksîkayê rê li ber nerazîbûneke mezin vekir berpirsyar tên dîtin, anîn ziman ku xwendekar piştî ji aliyê polîsan ve hatin binçavkirin, radestî wan hatine kirin. Li gorî îdîayê, çeteyan 12 xwendekarên li wesayîtekê siwar kirin vetisandin, yên sax man jî li ser sergoyekî bi çekên otomatîk gule li wan reşandine û qetil kirine. Çeteyan piştre benzîn avêtin ser xwendekarên qetil kirin û ew şewitandin.
Hat ragihandin ku hestiyên li kêleka çem hatin komkirin û yên li ser sergo hatin şewitandin jî, xweliya wan hatine berhevkirin. Tê gotin, ku ji ber hatine şewitandin û bûne xwelî, testa DNA ya ji hin cenazeyan zehmet e. Yên nasnameya wan nekarî bê kifşkirin, divê li zanîngeha Innsbruck a Awûstûryayê bên lêkolînkirin.
Li Meksîkaya ku bi komkujiyên çeteyan di salên dawî de di rojevê lde ye, hevkariya siyasetmedaran, polîsan û çeteyan balê dikşîne.
Li Guerreoroyê, xwendekarên di 26'ê Îlonê de mercên xebatê yên mamosteyan protesto dikirin, rastî êrîşa polîsan hatibûn û di encama gulereşandina li wesayîta xwendekar tê de, 6 kesan jiyana xwe ji dest dabûn, 25 kes jî birîndar bûbûn. Li dû vê pevçûnê hatibû dîtin ku di 27'ê Îlonê de hin kesên nasname nediyar, xwendekar bi zorê li wesayîtan siwar kirine. Di dema xebatên ji bo dîtina xwendekaran de, 11 gorên komî hatibûn dîtin û di van goran de 38 cesed hatibûn derxistin. Lê belê di encama testên hatin kirin de derketibû holê ku ne cesedên xwedekarên winda ne.
Rayedarên lêpirsînê dimeşînin dabûn xuyakirin ku ew bi guman in ku xwendekar bi fermana Şaredarê berê yê Iguala Jose Luis Abarca Velazquez' ve hatine binçavkirin û radestî çeteyên narkotîkê hatine kirin. Velazquez piştî bûyerên tundiyê ji bajêr derket, venegeriya û der heqê wî de biryara girtinê hat derxistin. Li gel wî her wiha 56 kesên ku di nav de polîsên herêmî û lîderên çeteya Guerreros Unidos hene, hatibûn binçavkirin. Bi operasyonên dawî re tê gotin ku hejmara binçavkiriyan 74 e.