Civîna bilind a aboriyê ya APEC li Pekînê destpê kir
Civîna bilind a aboriyê ya APEC li Pekînê destpê kir
Civîna bilind a aboriyê ya APEC li Pekînê destpê kir
Civîna Bilind a Hevkariya Aboriyê ya Asya-Pasîfîk ku weke temsîlkarê ji sedî 60 ê aboriya cîhanê tê qebûlkirin, bi beşdariya 21 welatên li qiraxa Okyanûsa Mezin, li Pekînê destpê kir.
Civîna Bilind a APEC'ê ya li paytexta Çîn Pekînê destpê kir û tê payîn ku di 11'ê Mijdarê de bi dawî bibe, bi mijara bingehîn a "Li ser Hevkariya Asya-Pasîfîk avakirina pêşerojê" civiya. Di nava armancan de pêşveçûna ahengiya aboriya herêmî, pêşveçûna reformên aboriyê, pêşveçûna nûbûnan, zêdekirina razemeniyên binesaziyî û hevkariya di gelek qadan de, hene.
Welatên APEC'ê ku li gel gotinên ji hev cihê yên îdeolojîk di qada aboriyê de bi hev tevdigerin, rêveçûna salane ya aboriya cîhanê destnîşand dikin. Di organîzasyona ku armanca wê ya bingehîn serbestkirina bazirganiyê û serdestiya aboriya bazarê ye de, tevî DYA û Japonay ku sîstema aboriya kapîtalîst dipejirînin, Çîn û Vîetnam ên dibêjin ji xwe re aboriya sosyalîst esas digirin jî hene.
Di nava vê civîna bilind de, wê di 7-8'ê Mijdarê de civîna bilind a wezîrên karên derve û bazirganiyê, di 9-10'ê Mijdarê de civîna bilind a kar a APEC'ê, di 10-11'ê Mijdarê de jî civîna ne fermî ya lîderên aboriya APEC'ê bên lidarxistin.