Çîroka jiyana rastîn, Tîmbuktu
Fîlmê metraja dirêj yê bi navê Tîmbuktu yê Fransî-Morîtanyayê, di 8 beşî de di Xelatên Cezar 2015’an de namzet hat nîşandan. Tîmbuktu di Oskarê de bi beşa fîlmê herî baş yê biyanî de wê têbikoşe.

Tîmbuktu piştî serî li mîhrîcana fîlman a Cannesê da li seranserê cîhanê xelatan berhev dike. Ji niha de bi 660 hezar temaşevanî re hat cem hev.
Akademiya Cesar, diyar kir ku fîlmê Tîmbuktu ji bo xelatên Cezar yên 2015’an de hatiye diyarkirin. Xelatên fîlman yên neteweyî yên Cezar ku fîlmên herî baş yên Fransayê xelat dike, wek Oscara Fransayê tê nirxandin.
Tîmbuktu di heman demê de di 22’ê Sibatê de li Los Angelesê di Oscarê de wek fîlmê herî baş yê biyanî wê têbikoşe. Di Xelatên 20. Lumîeresê de wek fîlmê herî baş û derhênerê herî baş xelat girt.
Di fîlmê Tîmbuktu de ku derhêneriya wê Abderrahman Sîssako dike de, dagirkirina bajarê Tîmbuktu ya Maliyê ku ji aliyê komek îslamî ve tê dagirkirin û derbasî qanûnên şerîatê dibe, vedibêje.
Di senaryoyê de bûyerên rast cih digirin. Ev bajar di 2012’ande nêzî salekî ji aliyê El Qaîdeya Magreb û rêxistina Ensar Dîne ve hatibû dagirkirin. Bajarê mijara gotinê bû di sawiya 2013’an de bi mudaxaleya Fransayê re şûnde hatibû girtin.
Di Tîmbuktu de têkoşîna bi rumet û bêdeng ya jin û mêran, zarokên pêşeroja wan ne zelal û meşa wan jiyanê vedibêje.
Derhêner Abderrahmane Sîssako k udi 1960’î de li Morîtanyayê hat dinê di 1989’an de heta niha bi dehan fîlm çêkir. Piraniya van fîlmên ku têkoşînên dijkapîtalîst dihundirîne ava dike.
Di 2006’an de Bamako, di 2002’an de ‘Li bende bexwetewarbûnê payîn’ û di 2000’î de jî filmê ‘Jiyana li ser erd’ di vê çarçoveyê de cih digirin.