Bezar: Tirkiye neçare piştgiriyê bide sînemaya Kurd!
Derhênerê Kurd Mîraz Bezar ku bi fîlmê xwe yê kurt ê li Elmanyayê kişand û hat 68. Festîvala Fîlman a Cannesê got: “Îro dewleta Tirk ji Kurdan bacê digire. Ji ber vê divê piştgiriyê bide sînema û çanda Kurd.”
ALÎ GULER
CANNES / ANF
çarşem, 20 gulanê 2015, 07:45
Derhênerê Kurd Mîraz Bezar ku bi fîlmê xwe yê kurt ê li Elmanyayê kişand û hat 68. Festîvala Fîlman a Cannesê got: “Îro dewleta Tirk ji Kurdan bacê digire. Ji ber vê divê piştgiriyê bide sînema û çanda Kurd.”
Derhênerê Kurd Mîraz Bezar bi fîlmê ‘Min dît’ ku cînayetên hov yên dewleta Tirk li Kurdistanê pêk anîn, vedigot deng da, bi fîlmê xwe yê dawî yê kurt ‘Nicht Zu Früh Nicht Zu Spât’ di nava 300 fîlmî de ji aliyê Yekîtiya Sînemaya Elmanyayê ve hat hilbijartin û çû Festîvala Fîlman a Cannesê. Bezar ku li Cannesê bû, diyar kir ku niha li ser projeyên nû dixebite û got derhênerên Kurd di alî çêkirina fîlman de zehmetiyan dikişînin. Bezar rewşa derhêner û sînemavanên Kurd wek ‘hêtîmiyê’ bi nav kir û got: “Ji bo ji vê rewşê rizgar bibin jî hewcedarî bi demê heye. Li Tirkiyeyê 25 mîlyon Kurd dijîn. Potansiyelek cidî ya karzasan heye û ev bi rêjeyek mezin bacê didin dewletê. Ji ber vê divê dewlet jî piştgiriyê bide sînemaya Kurd.”
Bezar li ser rewşa sînemaya Kurd û projeyên xwe axivî.
Mîraz Bezar da zanîn ku piştî fîlmê ‘Min dît’ li Şanoya Berlîn Ballhaus demek dirêj bi şanoyê re eleqeder bûye ûgot: “Bi vê re niha sê projeyên min yên metraja dirêj hene. Niha 3 projeyên min hene. Ez dixwazim yekê li Elmanyayê pêk bînim. Ji bo vê hinek zehmet dibe. Di rewşeke wisa de pêşniyara fîlmê kurt yê ku min kiriye hat.Li dibistana min ya berê du ciwanan, bi senaryoya ku nivîsibûn, xwestin ez derhêneriyê bikim. Min jî çîrok balkêş dît. Demek dirêj bû jî ez ji setan dur ketibûm. Min xwest ev vegerim setan.”
Bezar behsa fîlmê xwe yê kurt kir û wiha berdewam kir: “Fîlmê zarokan e. Çîroka du zarokên ku di navbera cîhana rast û fantezi de maye û wê rastiyê nabînin vedibêje. Her ku zarok mezin dibin pêngav bi pêngav cîhana wan ya fantaziyê diçe. Cîhana rast nas dikin. Fîlm ji 8 deqeyan pêk tê.
Yekîtiya Sînemaya Elmanyayê ji bo nîşanê fîlmçêker û hezkiriyên sînemayê yên cîhanê yên li Cannesê bidin, pakêtek wisa amadekirine. Yanî hilbijartina fîlmên kurt yên Elmanyayê ne. Derhênerên fîlm jî wek vexwendiyên Yekîtiya Sînemaya Elmanyayê tên vir. Ez jî di vê çarçoveyê de li vir im. Di vir de bi tevahî 12 fîlm hene. Li Elmanyayê di 2015’an de 300 fîlmên kurt hatin kişandin. Yekemîn galaya van fîlman li Cannesê tê kirin.”
Mîraz Bezar destnîşan kir ku projeyên fîlmên wî yên niha dipên, yek cînayetên penaberan yên sala bûhrî li Elmanyayê derbas bûne, ya duyem ASALA vedibêje û ya sêyem jî li ser roma bi navê ‘Rêya vegera wê nîne’ a nivîskar Hasan Bîldîrîciye.
Bezar wiha berdewam kir: “Yê yekemîn yê cînayetên rêxistinên NSU demek dirêj girt. Ev salek û nîve lêkolîn dikim. Senaryo amade ye, tenê divê fîlmçêkerekî baş bê dîtin û bê kişandin. Lê niha li Elmanyayê çêkirina vê zehmete. Ji ber ku aliyekî vê digihêje rêxistinên îstîxbaratê, dewleta kûr. Wek cînayetên ku dewleta kûr li Tirkiyeyê kirine. Li Tirkiyeyê ev tê gotin, nîqaşkirin. Li Elmanyayê nû nîqaşan dest pê kir. Ez jî ji ber vê raste rast vedibêjim fîlm çêker ditirsin. Heta bawer nakin. Bi vî terzî nêzîkbûna min rast nabînin. Ji ber vê projeya min dipê.”
Bezar di berdewamiya axaftina xwe de li ser rîskên vê projeyê sekinî û got: “Niha gelek sînemavan li ser vê disekinin. Ji xwe sedema zehmetkirina vê jî eve. Ji bo min rîskek şexsî tine. Ez yên nayê zanîn nabêjim, her tişt vekiriye û tê zanîn. Tenê bi vê teqezî û rêbazî yên bêjin tine. Ez bawerim ew jî ji ber ez Kurd û penaberim pêk tê. Wek ‘min dît’. Dema ez sînemayê nekim ev dibe rîst. Ji tiştên ez dikim, mirov nerehet dibin. Ji ber sînemaya min hinek hêdî pêş dikeve.
ÇÎROKÊN DIN
Em niha bi Nuran Davîd Çaliş re ASALA dixebitin. Em bi produksiyonek Elman re dixebitin. Ji ber dema ASALA nehat bikaranîn, hema hema qet nehat vegotin. Ji bo vê jî çîrokek gelek balkêş e. Bi vê re ez romana Hasan Bîldîrîcî ‘Rêya vegera wê nîne’ dikim senaryo. Ew jî di dema pêş de wê bigihêje asta senaryoyê. Ev projeyek Kurd e.”
Bezar têkildarî sînemeya Kurd de nêrînên xwe wiha vegot: “Dibe ku fîlmên Kurdî di arenaya navneteweyî de tinene lê gelek fîlm tên çêkirin. Ger sînemavanek fîlmekî çêbike ev serkeftine. Ji bo pêşketina sînameyê ev faktorek girînge. Lê pişt me dewlet û wezareta çandê tine. Ji ber vê ev li pêş me astengiye. Ji ber vê ez li Elmanyayê, hinek hevalên din li Fransa, Norveç û Belçîkayê, Tirkiyeyê pere nabînin. An jî fîlmên çêdikin wek fîlmên sînemaya welatên din derbas dibe. Mînak ji bo em li Cannê balê bikişînin divê hinek deriyên xwe ji me re vekin. Mixabin ev tine. Belkî di nava demê de ev pêş bikeve.
SÎNEMAVANÊN KURD SÊWÎ NE
Sînemavanên Kurd sêwî ne. Ev jî wê di nava demê de derbas be. Ji bo nifşê me ev demek zû ye. Derhêner û sînemavanên Başurê Kurdistanê hêdî hêdî pêş dikeve. Runiştina saziya çandî 5-10 salan ancax ava dibe. Dîsa li Bakurê Kurdistan û Tirkiyeyê jî ev wisa ye. Her kes bi derfetên xwe dixwazin hinek tiştan bikin. Ev hinek pirsgirêka nifşê me ye. Ger welatên wek Tirkiyeyê demorkatîk bibin, wê derhênerên Kurd jî azad û rehetir bin.
Tirkiye ne welatekî raste. Ger rastbûna wê piştgirî bida fîlmên din. Divê ne tenê ji bo Kurdî ji bo hemû zimanên din butçeyê veqetîne. Lê mixabin li Tirkiyeyê tiştekî wisa tine. Tirkiye welatekî şovene. Hîna zimanê Kurdî qebûl nekiriye. Belkî di teoriyê de dibêje min qebûl kiriye lê di jiyanê de hîna Kurdî qedexe ye. Di serî de wezareta çandê, bi hemû wezaretan re ev zîhniyet heye. Divê beriya her tiştî ev zîhniyet biguhere.”