Belarûs bi fikar e, rewşa Ûkraynayê xirab e
Belarûs bi fikar e, rewşa Ûkraynayê xirab e
Belarûs bi fikar e, rewşa Ûkraynayê xirab e
Serokkomarê Belarûsê Aleksandr Lûkaşenko diyar kir ku li Ûkraynaya cîran her çendî hilbijartin pêk hat, lê rewşa welêt her ku diçe xirabtir dibe û divê pêşî li vê yekê bê girtin.
Lûkaşenko li paytexta Belarûs Minksê hevdîtin bi Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov re pêk anî û got: “Hêviya me hebû ku piştî hilbijartinan wê rewşa li Ûkraynayê baştir bibe û wê aramî pêk bê, lê mixabin me tiştek wiha nedît. Ne tenê li herêmên Donbass û Donetskê, li tevahiya Ûkraynayê rewş ber bi xirabiyê ve diçe.”
Rêberê Belarûsê diyar kir ku rewşa li Ûkraynayê welatê wî û Rûsyayê dixe nava fikaran.
Serokkomarê Belarûs diyar kir ku ew ê aktîfbûna li ser sînorê Belarûsê qebûl nekin û got: “Rewşa li ser sînorê me dixe nava fikaran” û da zanîn ku ew ê aktîfbûna hêzên welatên Rojava ya li ser sînorê Belarûsê qebûl nekin.