Aksoy bi Mem û Zînê bersiv da Arinç

Parlamenterê HDP’ê yê Agiriyê Halîl Aksoy Roja Zimanê Zikmakî ya Cîhanê pîroz kir û da zanîn ku heta niha jî gelek qedexe li ser ziman in.

Parlamenterê HDP’ê yê Agiriyê Halîl Aksoy Roja Zimanê Zikmakî ya Cîhanê pîroz kir û da zanîn ku heta niha jî gelek qedexe li ser ziman in. Aksoy  bibîr xist ku Tirkiye li aliyekî cejnan diyarî zarokên welatên dikin û bi vê yekê pesnê xwe dide û li aliyekê din destûr nade ku bi milyonan zarok bi zimanê xwe yê zikmakî perwerdeyê bibînin. Aksoy bi çarikek a Ehmedê Xanî ya ji Mem û Zînê bersiv da Arinçê ku digot “Kurdî ne zimanê şaristaniyê ye”.

Parlamenterê HDP’ê yê Agiriyê Halîl Aksoy di Meclîsê de axivî û Roja 21’ê Sibatê Roja Zimanê Zikmakî ya Cîhanê pîroz kir.

'RASTIYÊN PEDAGOJÎK TÊN PIŞTGUHKIRIN'

Aksoy di axaftina xwe bal kişand ser daneyên UNESCO û bibîr xist ku 2 hezar û 500 ziman bi tinebûnê re rû bi rû ne. Aksoy diyar kir ku li Tirkiyeyê 18 ziman bi tinebûnê re rû bi rû ne û wiha domand: ''Her çendî ziman û mirov weke goşt û neynok nikarin ji hev qut bibin, lê heta niha jî li Tirkiyeyê rastiyên pedagojîk û zanîstî yên ziman tên piştguhkirin.''

Aksoy da zanîn ku li her welatekî dewlemendiyên zimanî û çandî jî bi qasî serketinên aborî û civakî girîng in û diyar kir ku divê derfet bê dayin ku ev dewlemendî ji nifşan derbasî nifşan bibin.

'GELEK QANÛNÊN ASTENG DIKIN HENE'

Aksoy got: ''Ger mirov piştî zimanê xwe fêrî zimanê duyemîn û sêyemîn bibe, bi wan zimanan ragihandinê bike jî ti carî cihê zimanê zikmakî nîne û destnîşan kir ku qedexekirina ziman bandorê li hemû hêlên civakê dike. Aksoy got: ''Tirkiye di warê ziman û çandan de welatekî dewlemend e. Kurdî, Gurcî, Hemşînî, Lazî, Pontusî, Suryanî, Abazayî, Ermenî, Rûmî, Erebî, Çeçenî, Ecemî, Mihalmî û Pomakkî evane tenê çend ji wan zimanan in. Lê gelek qedexe û qanûnên ku van dewlemendiyan asteng dikin hene. ''

BI MEM Û ZÎN BERSIV DA ARINÇ

Aksoy bibîr xist ku heta salên 2000’ê ziman û hebûna Kurdan dihate înkarkirin û bal kişand ser daxuyaniyên Alîkarê Serokwezîrê Tirk Bulent Arinç ku gotibû “Kurdî ne zimanê şaristaniyê ye”

Aksoy bi vê çarika Ehmedê Xanî ya ji Mem û Zînê bersiv da Arinçê ku digot “Kurdî ne zimanê şaristaniyê ye”.

 “Da xelk nebêjin ku: “Kurd

Bê me'rîfet in, bê esl û binyad

Enwaê millet xwedan kitêb in

Kurmancî tenê di bê hesêb in."

Aksoy da zanîn ku heta niha jî gelek qedexe li ser ziman in. Aksoy  bibîr xist ku Tirkiye li aliyekê cejnan diyarî zarokên welatên dikin û bi vê yekê pesnê xwe dide û li aliyekê din destûr nade ku bi milyonan zarok bi zimanê xwe yê zikmakî perwerdeyê bibînin.