Dîroka parzemînên pêşîn 700 milyon sal bi paş ve çû

Formên tehtên antîk diyar dikin kuı kratonên bi îstîkrar ên dinyayê ji 3 milyar salan zêdetir e ku derketiye ser asta behrê.

Li gorî anlîzeke nû parzemînên pêşîn ên dinyayê li gorî dema ku dihat zanîn 700 milyon sal kevntir e.

Lêkoler li ser tehtên li Hindistana Rojhilat ên li nêzî Kolkatayê xebitîn. Parzemînên pêşîn ên bi navê kraton 3,3 û 3,2 milyar sal berê derketine ser asta behrê.

Li gorî zanyaran parzemînên herî kevn piştî çalakbûna volkanîk a 300-400 milyon şûnde ji okyanûsa li dinyayê derketine holê.