Egîd li Helebê hat bîranîn, mûzexaneya dîroka PKK'ê hat vekirin

Gelê Helebê fermandar Mahsûm Korkmaz (Egîd) bi bîr anî û mûzexaneya dîroka PKK’ê vekir.

Meclîsa Malbatên Şehîdan û Yekîneyên Parastina Gel (YPG) ji bo bîranîna şehîd Egîd (Mahsûm Korkmaz) mûzexaneyek vekir. Di mûzexaneyê de çek û amûrên leşkerî yên şervan û gerîlayên ku li Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bûne, hatine pêşandan.

Mûzexane li parka 4’ê Nîsanê ya herêma Şiqeyêf a taxa Şêxmeqsûd hat vekirin. Her wiha tê de wêneyên şehîdên Hêzên Parastina Gel (HPG), YPG, YPJ, Hêzên Ewlekariya Hundirîn, ên Berxwedana Serdemê û yên qada şehîd Ebû Şiyar a taxa Seken Şebabî hatin daliqandin.

D çalakiyê de berdevka Însiyatîfa Azadiya Rêber Abdullah Ocalan a Sûriyeyê Amine Xidro destnîşan kir ku fîşeka yekemîn a şehîd Egîd di dîroka PKKˊê de berxwedan xurt kir û gel ji bo têkoşînê şiyar kir.

Fermandarê YPG'ê Hemze Heleb diyar kir ku meha Adarê meha destkeftî û serkeftinan e. Serhildana Qamişlo jî yek ji wan e ku hêza xwe ji fîşeka yekemîn a şehîd Egîd girt.

Bavê şehîd Guljîn, Xelîl Wehîd Bîlal û dayika şehîd Gerzan, Emel Qereman mûzexane vekir.

Hemwextî wê, li taxa Eşrefiyê ya Helebê pêşangeheke hunerî li dibistana Selahedîn li dar ket.

Di pêşangehê de 60 tabloyên ku 10 şagirtên di bin 14 saliyê de xêz kirine, hatin pêşandan. Tablo wêneyên Rêber Abdullah Ocalan, Efrîna dagirkirî û jinan û li ser tundiya li ser jinan bûn.