Li Helebê bi hezaran kes ji bo Efrînê meşiyan

Bi hezaran şêniyên Helebê dagirkeriya dewleta Tirk a li ser Efrînê û sûcên mirovahiyê yên li ser Helebê şermezar kirin û bêdengiya civaka navneteweyî şermezar kirin.

ÇALAKIYA ŞERMEZARKIRINA DAGIRKIRINA EFRÎNÊ

Li Helebê bi boneya 6’emîn salvegera dagirkeriya dewleta Tirk a li ser Efrînê meşek hat lidarxistin.

Di meşê de wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Şehîdên Berxwedana Serdemê û Ehmed Xalid Mamo hatin hilgirtin û pankartên “Ji dagirkeriya Tirk re na”, “Ji êrîşên dewleta Tirk ên li ser Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê re “na, "Ji dagirkeriya Efrînê re na", "Efrîn rûmeta me ye, em wê biparêzin" û "Li dijî dagirkeriya Tirk rabin ser piyan û wê ji hemû axa Sûriyeyê derxînin" hatin hilgirtin.

Ciwanên ku di eniya pêş de dimeşiyan, tîpên ku ji şaxên zeytûnê "Efrîn" nivîsandibûn hilgirtin.

Li kolanên sereke yên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê dirûşmên "Bê Serok jiyan nabe", "Şehîd namirin", "Bijî Berxwedana Serdemê", "Şehîd Ehmed Xalid di dilên me de ye" û "Bê Efrîn jiyan nabe" hatin berzkirin.

Di meşê de koçberê Efrînê Behcet Ebdo axivî û şehîdên Berxwedana Serdemê bi bîr anî. Ebdo da zanîn ku Rûsya û Îran jî di êrîşên dewleta Tirk de rol lîstin û got, "Hemû dewletan bi bêdengiya xwe axa me dagir kirin."

Ebdo wiha axivî: "Em reşahiya li ser herêmên me rakin û aştiyê lê vegerînin. Em dagirkeriyê têk bibin û bi serbilindî tevî hêzên xwe yên leşkerî (HRE) vegerin."

Di dawiyê de endama Meclisa Malbatên Şehîdan Remziye Salih El Kurdî girîngî da sûcên li Efrînê dibin û bang li NYˊyê û hêzên demokratîk ku berpirsiyariya xwe rakin û dagirkeriya Tirk bi dawî bikin û vegereke ewle ji efrîniyan re misoger bikin.