Dewleta Tirk û çeteyên wê li Efrînê 3 kes revandin

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên "Polîsên Leşkerî" li Efrînê 3 kesên din revandin.

Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriyeyê ragihand ku îstixbarata dewleta Tirk a dagirker û çeteyên "Polîsên Leşkerî" 22’yê Tîrmehê şêniyê bi navê Mihemed Omer Bin Seîd (43) ê ji gundê Xelnêrê yê Efrînê revandiye.

Mihemed Omer ji Lubnanê vegeriyabû û daxwaza mala xwe ya li bajarê Efrînê kiribû ku çeteyekî ji başûrê Helebê dest daniye ser.

Her wiha çeteyên "Ehrar El Şerqiye" sêşemê (16`ê Tîrmehê) şêniyê bi navê Ciwan Ebdulhenan Silêman (35) ê ji gundê Eyn Hecerê yê bajarê Mabetayê revand û radestî çeteyên "Polîsên Leşkerî" yên li bajarokê Bilbilê kir.

Çeteyên "Polîsên Leşkerî" 21’ê Tîrmehê şêniyê bi navê Ciwan Hemîd Horo (42) yê ji gundê Ûka yê bajarokê Bilbilê revandibû û ji bo ku wî serbest berdin, 5 hezar dolar fîdye ji malbata wî xwestibû.