Gel berê xwe da şîna şehîd Viyan Helo

Ji Dêrik, Girê Legê û Çilaxayê bi sedan kesan berê xwe dan şîna Viyan Helo û ji malbata şehîd re sersaxî xwestin.

ŞÎNA ŞEHÎD

Bi sedan şêniyên bajarên Dêrik, Girkê Legê û Çilaxa li navenda Şehîd Bawer a bajarê Dêrikê kom bûn û sersaxî dan malbata gerîla Viyan Helo (Îlham Seîd Mocîsî) ku 21’ê Nîsana 2024’an li Qendîlê şehîd bûye.

Hevseroka Meclîsa Malbatên Şehîdan a Dêrikê Fatme Hisên di merasîma sersaxiyê de axivî û got: "Malbata şehîd Viyan ji bo doza gelê Kurd li ser rêgeza Rêber Abdullah Ocalan tê koşiya û hîna tê dikoşe. Dayika şehîd Viyan Nîştiman, di berxwedana li hemberî artêşa Tirk a dagirker de beriya 2 salan şehîd bû."

Şêx Masûm Mihemed bi navê Saziya Olî ya bajêr axivî û got: "Şehîdan di oxirê azadiyê de û ji bo ku armancên gelan ên ewlehiyê û îstqirarê bi dest bixin, canê xwe feda kirin."

Di dawiya merasîmê de wesîqeya şehadetê ya şehîd Viyan Helo hat xwendin û radestî malbata wê hate kirin.