Yuksekdag li Mersînê çû serdana birîndaran

Hevseroka Giştî ya HDP'ê Fîgen Yuksekdag, kedkarên di êrîşa li hemberî mîtîng aştiyê de birîndar bûn, ziyaret kir.

Hevseroka Giştî ya HDP'ê Fîgen Yuksekdag, kedkarên di êrîşa li hemberî mîtîng aştiyê de birîndar bûn, ziyaret kir. Yuksekdag got, "Eger meraq dikin bê kujer kî ne, bila li feryadên dê û bavan guhdarî bikin. Ew dibêjin 'Kujer dewlet e'. Bila ti kes vî gelî nezan nebîne."

Hevseroka Giştî ya HDP'ê Fîgen Yuksekdag, bi Rêxistina HDP'ê ya Navçeya Mersîn Akdenîzê dest bi serdanên xwe kir û Hevseroka HDP'ê ya Navçeyê û endamên din ên partiyê yên di komkujiyê de birîndar bûn, ziyaret kir. Di serdanan de Parlamentera HDP'ê Çîlem Oz, Hevserokên HDP'ê yên Mersînê û Endama Desteya Rêveberiya Navendî Dîlek Yagli jî amade bûn.

Yuksekdag çû serdana mala birîndaran Esma Ogûz û Gulê Bakirhan. Dûre li avahiya navçeya Toroslarê birîndar ziyaret kir.

Yuksekdag komkujî lenet kir û soz da ku ew ê şehîdên aştiyê di têkoşîna gelan de bidin jiyîn. Yuksekdag got, "Em ê wan di têkoşîna gelên xwe de bidin jiyîn. Bi têkoşîna li hemberî vê desthilatdariyê re em dikarin canên xwe yên di vî şerî de winda kirine, bidin jiyîn."

YUKSEKDAG: BILA TI KES VÎ GELÎ NEZAN NEBÎNE

Yuksekdag axaftina xwe wiha dewam mkir: "Tarîtiya komkujiyê xwe berdaye çar aliyên Tirkiyeyê. Tarîtiya qesrê xwe berda ser welêt. Qesrê nikarîbû xwe li dengê aştiyê rabigire. Ji teqîna bombeyên li navenda Enqereyê me berpirsyar dibînin. Li pêşberî me feraseteke welê ya siyasî heye ku hemû nirxên însanî winda kiriye. Nahêlin em êşa xwe jî bijîn. Sedemeke vî zimanê wan heye, ew jî; nixumandina sûcê xwe ye. Desthilatdariyeke siyasî li holê heye ku kiryarê ti komkujiyan dernexistiye holê. Ev yek tê wê wateyê ku ew kiryaran diparêzin. Eger hûn kiryaran diparêzin hingî kujer hûn in. Li hemberî van derewên desthilatdariya siyasî, em ê bi rastiyan, bi aştiyê li ber xwe bidin. Eger li ber xwe nakevin, bila biçin tevlî merasîma cenazeyên şehîdên aştiyê bibin. Eger meraq dikin bê kujer kî ne, bila li feryadên dê û bavan guhdarî bikin. Ew dibêjin 'Kujer dewlet e'. Bila ti kes vî gelî nezan nebîne."

Yuksekdag wê li rêxistinên HDP'ê yên Mezîtlî û Tarsûsê jî, birîndaran ziyaret bike û beşdarî meşa ji bo şehîdên aştiyê ya ji meydana stasyonê heta parka zarokan bibe. Dûre wê beşdarî mewlûda ji bo şehîd Vedat Çakir bibe.