Yuksekdag: Em ji berxwedana xwe gav paş ve navêjîn

Hevseroka Giştî ya HDP'ê Fîgen Yuksekdag têkildarî betalkirina parlamenteriya xwe peyamek şand. Yuksekdag got: " Wê gelê me bersiva herî baş di referandûmê de bi gotina ‘NA’ wê bide.”

Hevseroka Giştî ya HDP'ê Fîgen Yuksekdag îro di hevdîtina bi parezerên xwe re kirî de, têkildarî betalkirina parlementeriyê ya li dijî qanûna Destûra Bingehîn wiha got:

"Me wekaletî ne ji îxtidar û ne jî ji dadgehan, me ji gel girtiye. Betalkirina parlamenteriyê jî gel dikare betal bike. Ya din ji bo me ti hikmê xwe nîne. Em ji berxwedana xwe gav paş ve navêjin. Bila mereq nekin, wê gelê me li dijî van kiryaran bersiva pêwîst di referandûmê de ku bi dengê NA,  bersiva wan bide."