YPG’ê nasnameyên 2 şervanên xwe erşkere kir

Navenda Çapemeniyê ya YPG’ê, nasnameyên 2 şervanên xwe yên ku di berxwedana Şêx Meqsûd de jiyana xwe ji dest dane, eşkere kir.

Navenda Çapemeniyê ya YPG’ê bi daxuyaniyekî nivîskî nasnameya 2 şervanên xwe yên ku di berxedana Şêx Meqsûdê de jiyana xwe ji dest dane eşkere kir.

YPG’ê diyar kir ku di şoreşa Rojava de yek ji cihên herî girîng ku îfadeyê projeyê Netewa Demoqeratîk dike, Taxa Şêx Meqsûd ya girîdeyê bajarê Helebê ye. Ev jî dibe sedemeke bingehîn ku êrîşên pir xurt li ser vê taxê werin kirin, bi armance ku tevlîhevî di navbera gelan de çêbikin da ku bikaribin desthilatdarî û kuştine gelan berdawam bikin, lê belê berxwedana şervanên YPG û YPJ’ê û bi alîkariya pêkhatîyên vê taxê li dijî çeteyên Koalîsyona Sûriyeyê û alîkarên wê, ev êrîş û plan hemû vala derxistin û pêwîstiyê jiyana azad û wekhev hîn zelaltir kir.

YPG’ê wiha anî ziman: “Di berxwedaniyê Şêx Meqsûd pir bedel giran hatin dayîn, yek ji wan jî hevrê û femandara YPJ’ê Adar Hêvî ew jî yek ji wan jinên ku bi salan e di her qadên têkoşînê de cih girt û herî dawî tevlîbûna wê ye berxwedaniyê Şêx Meqsûd çêbû, gava ji şervanê xwe re fermandartî dikir tevlî kerwanên şehîdan bû, fermandar Hevî yê ku temenê xwe di nav vê şoreşê de derbas kir û bû yek ji şopdarên çanda xwedewendan û di nav şoreşê de bû xwediyê sekinek herî çalak.

Şoreşa Rojava bi cengawerên xwe tê parastin, ciwanên Kurd îro erkên xwe yên dîrokî bicih tînin. Ji wan qehremanan hevrêyê me Rustem Berçem ye kû bi welatparêzî û hevaltiya xwe ya bêdawî dihat naskirin. Şer û jiyana şehîd Rustem wê herdem di ramanên me de zindî bimîne.

Em weke Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) û Yekîneyên Parastin Gel (YPG) sarsexiyê ji malbata şehîdan re dixwazin û cereke din soza şopandina rêya hemû şehîdên xwe didin.”

Nasnameyên şervanên ku jiyana xwe ji dest dane wiha na:

Nasnav: Adar Hêvî Batman

Nav û Paşnav: Ayşê Ozen

Navê Dayikê: Selîme

Navê Bav: Mihemed

Cihê Jidayikbûnê: Êih

Cih û Dîroka Şehadetê: Şex Meqsûd/ Heleb - 27’ê Tîrmeha 2016

***

Nasnav: Rustem Berçem

Nav û Paşnav: Ehmed Şêxo

Navê Dayik: Nayle

Navê Bav: Mihemed

Cihê Jidayikbûnê: Kobanê

Cih û Dîroka Şehadetê: Şehba 28Tîrmeh2016