Xizmên girtiyan wê çalakiyên xwe bi şêwazên cuda bidomînin

Xizmên girtiyan diyar kirin ku ew ê çalakiya Nobeta Edaletê ya ku bi daxwaza ‘azadiya fizîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û çareseriya pirsgirêka Kurd’ destpê kiriye derbasî qonaxeke nû bikin.

Li bajarên Amed, Wan û Îzmîrê têkildarî Nobeta Edaletê ku bi daxwaza azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û çareseriya pirsgirêka Kurd bi rêya demoratîk li gelek bajaran hatibû destpêkirin daxuyanî hatin dayîn.

AMED

Malbatên girtiyan xwestin bi pêşengtiya Komeleya Piştevaniya bi Malbatên Girtiyan re (TUAY-DER) li pêşiya komeleyê daxuyaniyê bidin. Lê belê polîsan beşdar dorpêç kirin û nehiştin daxuyanî li derve were dayîn. 

Hevserokê Federasyona Komeleyên Hiqûqî û Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re MED’ê (MED TUHAD FED) Kerem Canpolat bertek nîşan da û got ku dê zext û tecrîdê qebûl nekin û têkoşîna xwe mezintir bikin.

Xizmên girtiyan piştre derbasî avahiya komeleyê bûn û daxuyanî li vir hate dayîn. Rêvebera TUHAD FED’ê Emîne Kaya, anî ziman ku wê Nobeta Edaletê derbasî qonaxeke nû bibe û got ku nobet wê bi şêwazên cuda bidome. Emîne Kaya, da xuyakirin ku tecrîda li ser Abdullah Ocalan dervî mirovahiyê ye û destnîşan kir ku Nobeda Edaletê hesasiyeteke civakî ava kiriye.

Di daxuyaniyê de hat diyar kirin ku girtî dawî li çalakiya xwe ya grevê anîne lê çalakî bi şêwazên cuda didomînin û hat gotin ku wê Nobeta Edaletê jî bikeve qonaxeke nû û li bajarên din belav bibe.

WAN

Bi heman armancê têkildarî Nobeta Edaletê, bi pêşengtiya TUHAY-DER a Wanê û xizmên girtiyan li Kolana Hunerê daxuyanî hate dayîn. Rêveberên DEM Partiyê yên bajar û navçeyan, Hevşaredarên Bajarê Mezin ê Wanê, parlamenterên DEM Partiyê û gelek xizmên girtiyan tev li daxuyaniyê bûn. Daxuyaniya hevpar ji hêla Hevserokê Wan TUHAY-DER’ê Çetîn Uyar ve hate xwendin. 

Daxuyanî bi dirûşma “Bijî berxwedana zindanan” û bi çepikan bi dawî bû.

ÎZMÎR

Komeleya Piştgirî û Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya Egeyê (EGE TUHAYDER) jî di çarçoveya kampanyaya “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji bo pirsgirêka Kurd çareseriya demokratîk” de li avahya Rêxistina DEM Partiyê ya Konak a Îzmîrê daxuyanî da. 

Piştî daxuyaniyê jî dirûşmên "Bijî berxwedana zindanan" û "Jin, jiyan, azadî" hatin berzkirin.

MÊRSÎN

Çukurova TUAYDER’ê jî bi pankarta “Girtiyên siyasî rûmeta me ne” li pêşiya komeleyê daxuyanî da. Parlamenterên DEM Partiyê Perîhan Koca û Alî Bozan û bi dehan rêveberên komeleyê û welatî beşdar bûn. Daxuyanî di nava tililî û çepikan de hate dayîn û dirûşma “Bijî berxwedana zindanan” hate berzkirin. 

EDENE

Komeleya Piştgirî û Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxaran re ya Akdenîzê (AATUHAY-DER) jî li pêşiya avahiya Rêxistina DEM Partiyê ya Seyhanê daxuyanî da. Di daxuyaniyê de pankarta “Em tecrîdê bişikînin, ji bo aştiya demokratîk bibin dengê zindanan” hate hilgirtin. Rêveberê komeleyê Saît Sunduk daxuyaniya hevpar xwend. Çalakî bi çepikan bi dawî bû.