Xezeba Firatê: 6 çete hatin kuştin, wesayîtek hate îmhakirin
Êrîşa çeteyên DAIŞ’ê ya ji saet 11:00’an ve li ser gundên azadkirî yên dikevin bakurê Reqayê hatin şikandin.
Êrîşa çeteyên DAIŞ’ê ya ji saet 11:00’an ve li ser gundên azadkirî yên dikevin bakurê Reqayê hatin şikandin.
Êrîşa çeteyan a li ser gundên Royan û Um Tenek ên li Eniya rojava, di encama berxwedana şervanên QSD’ê de hate şikandin.
Di şer de wesayîta ku doçka li ser barkirî hat rûxandin, 6 çete hatin kuştin û cenazeyên 4 çeteyan, ketin dest şervanên QSD′ê.
Li eniya rojhilat jî êrîşa çeteyan a li ser gundê Bîr Cerbo û Cerwa hatin şikandin. Di şerê li vê herêmê de, gelek çete hatin kuştin. Çeteyên ku ji êrîşê encam negirtin, neçar man ku cenazeyên çeteyên kuştî jî bi xwe re bibin û ji herêmê birevin.