Welatiyên Hesekê 2 şervan oxir kirin

Welatiyên Hesekê cenazeyên 2 şervanên Meclîsa Leşkerî ya Dêre Zorê ku di Pêngava Xezeba Firatê de jiyana xwe ji dest dabûn hatin oxirkirin.

Meclîsa Malbatên Şehîdan a Hesekê ji şervanên Melcîsa Leşkerî ya Dêra Zorê Mehemed Faris (Zagros) û Xalid El-Oda (Ensar) ên di Pêngava Xezeba Firatê de jiyana xwe ji dest dan bi merasîmekê ber bi Şedadê ve bi rê kirin. Malbatên Şehîdan, Şervanên QSDʹê û bi dehan şêniyên Hesekê beşdarî mersîmê bûn.

Merasîm li navenda Meclîsa Malbatên Şehîdan bi rêzgiritinê destpê kir. Paşê li ser navê Melcîsa Malbatên Şehîdan Ehemed Esed axivî û sersaxî ji malbata her du şervanan re xwest û got ku bi saya şehîdan rêya azadî û demokrasiyê hatiye ronîkirin û wiha dawî li axaftina xwe anî: ʺEm soz didin ku em ê heta dawî, şoparên rêyên cangoriyan bin.ʺ

‘EM Ê HEMÛ AXA SÛRIYEYÊ RIZGAR BIKIN’

Di berdewama merasîmê de nûnerê Rêveberiya Xweser Mawend Xelo axivî û wiha got: ʺEm sersaxiyê ji malbatên şehîdan re dixwazin. Şervanên me ku canê xwe feda kirin, bi felsefeya biratiya gelan û jiyana hevbeş ku li ser firkê Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan tekoşîn kirin. Em di navbera Hesekê, Reqa û Dêra Zorê de nakin. Ji ber armanca me ya sereke tunekirina çeteyan û rizgarkirina tevahiya xaka Sûriyê yê.ʺ

Piştî axafitnan nasnameya şervanan ji aliyê Endama Rêveber a Meclîsa Malbatên Şehîdan Îlham Bekir ve hate xwendin û radestî malbatên wan hatin kirin. Malbatan jî soz dan ku wê heta dawî şopdarên rêya şehîdan bin.

Piştî merasîmê cenaze ber bi Şedadê ve hate bi rê kirin.