TŞYG: Tirkiye û DAIŞ peyman girê dan, bi vî awayî Tirkiye kete Cerablûsê

Komîteya Rêveber a Tevgera Şoreşger a Yekbûyî a Gelan (TŞYG) diyar kir, Tirkiye bi DAIŞ’ê re peyman girê daye û bi vî awayî ‘operasyon’ kiriye.

TŞYG’ê têkildarî lîstika dagirkirina Cerablûsê diyar kir, li Cerablûsê destguherînek li ser lihevkirinê pêk hatiye û dibêje, ‘’belkî jî çeteyên DAIŞ’ê riha xwe kurt kirine û kincên AAS’yê li xwe kirine’’

TŞYG li ser dagirkirina Federasyona Rojava-Bakurê Sûriyê wiha nirxand:

‘’Dibe ku berê jî berdabin û çûbin. Ango li holê ti operasyonek nîn e, li ser lihevkirinekê çeteyên DAIŞ’ê vekişiyane û hêzên Artêşa Azad a Sûriyê(AAS) hatin bicihkirin. Ango di navbera DAIŞ’ê û AAS’yê de destguherînek pêk hatiye. Baş e, ev çawa pêk hatiye? Pir zelal e ku di navbera Hikûmeta AKP’ê, dewleta Tirk û DAIŞ’ê de peyman hatiye girêdan. Dibe ku çeteyên DAIŞ’ê riha xwe kurt kiribin, kincên AAS’yê li xwe kiribin û li cihê xwe mabin.’’

TŞYG’ê di daxuyaniyê de diyar dike, ji mêj ve ye  hêzên şoreşger û demokratîk dibêjin ku DAIŞ û AKP’ê hevkarê hev in, desthilatdariya AKP’ê ji gelek aliyan ve destekê dide DAIŞ’ê, MÎT’a Tirk û JÎTEM’Ê DAIŞ bi rê xistin kiriye, ‘’niha jî, bi xwedêgiravî operasyona Cerablûsê rastiya van gotinan derkete holê. Dagirbûna Cerablûsê nîşan da ku AKP û DAIŞ weke hev in û bi hev re tevdigerin.’’

ARTÊŞA TIRK BILA ZÛ VEKIŞE

Bi geşedana Cerablûsê re TŞYG’ê diyar dike kuş erê li Sûriyê wê pir aloztir û hiştir bibe û hêzên ku hewl didin artêşa Tirkiyê têxin Sûriyê bi êgir dilîzîn, bi berdewamî, ‘’di serî de DYA, hêzên derve divê di zûtirîn demê de dev ji vê polîtîkayê berdin. Artêşa Tirk divê dawî li dagirkirina Cerablûsê bîne û ji xaka Sûriyê derkeve. Domdarbûna hebûna artêşa Tirk a li Sûriyê û dagirkireriya wê, wê rê li ber veke ku hin hêzên din jî bikevine Sûriyê. Em dengê xwe li artêşa tirk a  desthilatdariya faşîst û mêtinger dikin.’’
TŞYG di dawiya daxuyaniyê de diyar dike ku dagirbûna Cerablê dom bike û gefê li Minbicê û Babê bixwe, hêzên wan ê mudaxele bikin, bang li hemû gel û hêzên şoreşger û demokratî kir ku li dijî dagirkeriya TC’ê û êrîşên çeteyên faşîst têbikoşin.