Tê gotin ku artêşa Tirk li gundê Tiwês komkujî pêk aniye
Balafirên şer û topavêjên dewleta Tirk a dagirker gundê Tiwês ê li rojhilatê Bendava Şehbayê bomberdûman kir.
Balafirên şer û topavêjên dewleta Tirk a dagirker gundê Tiwês ê li rojhilatê Bendava Şehbayê bomberdûman kir.
Li gor nûçeya ajansa ANHA’yê, balafirên şer ên dewleta Tirk û topavêjên wan gundê Tiwês ê ku tijî sivîl in, topbaran û bombebaran kir. Li herêmê metirsiya komkujiyê heye.
Ev êrîş di vê demê de ku çeteyên artêşa Tirk dixwazin berê xwe bidin Babê, pêk hat.