Rojnamevan Esra Solîn Dal hîn jî di bin tecrîdê de tê ragirtin

Rojnamevan Esra Solîn Dal a ku bi operasyona qirkirina siyasî hate dîlgirtin, bi hinceta “ewlehiyê” ji 26’ê Nîsanê heta niha bi tena serê xwe di hucreyê de tê ragirtin.

ESRA SOLÎN DAL HÎN JÎ DI HUCREYÊ DE YE

Nûçegihana Ajansa Mezopotamya (MA) Esra Solîn Dal 23’yê Nîsanê di operasyona qirkirina siyasî ya ku navenda wê Stenbol e de hat binçavkirin û 26’ê Nîsanê bi îdîaya “endamtiya rêxistinê” hate girtin. Rojnamevan Esra Solîn Dal hîn jî li Girtîgeha Girtî ya Jinan a Bakirkoyê di hucreya yek kesî de tê ragirtin.

Parêzeran diyar kir ku daxwaza Esra Solîn Dal a çûyîna qawîşa ku girtiyên din lê ne, bi “hinceta ewlehiyê” hate redkirin.