Swêd dixwaze rojnamevanê Kurd radestî Îranê bike

Rojnamevanê ji Rojhilatê Kurdistanê Kamran Mîrzaîan, ku daxwaza wî ya penaberiyê ji aliyê Dadgeha Koçberan û Daîreya Koçberiyê ya Swêdê ve nehat qebûlkirin, xeterî heye ku radestî rejîma Îranê were kirin.

Di organa weşanê ya Federasyona Rojnamevanên Swêdê "Joûrnalîsten" de duh gotarek hat weşandin û rewşa Mîrzaîan ê li Newroz TV dixebite, hat vegotin.

Mîrzaîan, ku demeke dirêj di nava refên Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) li dijî rejîma Îranê têkoşiya, di sala 2014'an de hat Swêdê û daxwaza penaberiya siyasî kir. Lê belê ji ber ku ev daxwaza wî ji aliyê Daîreya Koçberiyê ve hat redkirin, serî li Dadgeha Koçberiyê da.

Dadgeha Koçberiyê mijar nirxand û bi hinceta ku Mîrzaîan di 30'ê Tebaxê de nekariye li ser nasnameya xwe belgeyê pêşkêş bike û rejîma Îranê nikare bi karê wî yê li Newroz TV bihese, daxwaza Mîrzaîan red kir.

Mîrzaîan ji rojnameya Joûrnalîsten re axivî û got, "Ez dixwazim bi zimanê xwe, li ser çanda xwe binivîsînim, hevpeyvînan bikim. Lê belê nikarim li Îranê van bikim. Weke Kurdekî li Îranê ti mafekî min nîne. Bi hêviya ku welatekî demokratîk e, ez ji dîktatorî û zextan reviyam û min xwe li vir girt. Lê belê bi vê biryarê re hêviyên min şikestin." Mîrzaîan da xuyakirin, ku ew li Newroz TV a bi Kurdî li welatên Asya û Ewropayê weşanê dike, bi dildarî dixebite.

Mîrzaîan da zanîn, ku wî nasnameya xwe û belgeyên xwe yên li ser karên xwe yên siyasî yên li Îranê ji Dadgeha Koçberan re şandiye, lê belê tevî vê yekê jî serlêdana wî hatiye redkirin. Mîrzaîan diyar kir, ew vê biryara dadgehê fêhm nake û got, "Min nîşan da ku di nava kîjan şert û mercan de jiya me. Lê tevî vê yekê jî dixwazin min bişînin welatekî cezayê kuştinê lê heye. Ez nikarim vegerim. Beriya niha bi çend hefteyan 20 ji hevalên min hatin darvekirin. Bi rêya înternet û telefonê gef li min hatin xwarin, ku eger vegerim Îranê wê îşkence li min bên kirin."