Stratejiya parastina cîhanê ji asteroîdan tê nîqaşkirin

Li hemberî îhtimala lêketina bi hezara asteroîdan bi mezinahiya sedan metreyî, amadekariyên sîstema parastina cîhanê tên kirin. Di konferansa li paytexta Îtalya Roma de li ser du projeyên girîng ên li dijî meteorên mezin nîqaş tên meşandin.

Li hemberî îhtimala lêketina bi hezara asteroîdan bi mezinahiya sedan metreyî, amadekariyên sîstema parastina cîhanê tên kirin. Di konferansa li paytexta Îtalya Roma de li ser du projeyên girîng ên li dijî asteroîdên mezin nîqaş tên meşandin.

Di çarçoveya projeyeke hevpar a Daîreya Hewakarî û Fezayî ya Amerîka (NASA) û Ajansa Fezayî ya Ewropayê (ESA) de, tê xwestin ku rêgeha asteroîdan rîsk heye li cîhanê bikevin, bê guhertin.

Di nava Sîstema Rojê de tê texmînkirin ku bi qasî 600 hezar asteroîd hene û ji van 12 hezar ku weke Neos tên binavkirin nêzî cîhanê ne. Li gorî NASA 494 ji Neosan ji bo cîhanê xetere ne. Lê ESA diyar dike ku hejmara yên gefê li cîhanê dixwin 30 heta 40 Neos in.

Di konferansa navneteweyî ya li paytexta Îtalya Romayê de ku wê heta dawiya hefteyê dewam bike, wê lêdanên ceribandinê yên li hemberî asteroîdê bi navê 'Didymoon' werin nîqaşkirin. Di çarçoveya projeya Asteroid Impact Mission (AIM) a berdêla wê 200 mîlyon Euro ye, wê heta sala 2020'an fuzeyên ber bi her du asteroîdên cotik Didymos û Didymoonê werin berdan.

Ev maşîna fezayî wê piştî rêwîtiyeke sal û nîvekê di Cotmeha 2022'an de bigihêje hedefa xwe û çavdêriyê ji asteroîda biçûk Didymoonê re bike.

MAŞÎNA JI 300 KG WÊ BI LEZA SAETÊ JI 22 HEZAR 500 KM'YÊ LÊ BIKEVE

NASA her wiha wê di Gulana 2022'an de maşîna 300 kîlogram giran a parçekirina asteroîd ku weke 'DART' tê binavkirin bişîne. DART wê bi leza saetê 22 hezar 500 kîlometreyî li Didymoonê bikeve û parçe bike.

Bandora vê lêdanê jî wê ji aliyê maşîna fezayî ya AIM ve bê şopandin.