Şandeya Îmraliyê : Rageşiya Civakî zêde dibe; zû divê bi Ocalan re were axaftin

Şandeya Îmraliyê ya HDP’ê got, ‘Em careke dî dubare dikin ku bi Rêzdar Ocalan re demildest hevdîtin pêk were.’’

Şandeyê bertek nîşan da ku di dema Rewşa Awarte de hemû danûstandinên bi Îmraliyê  re hatine qedexekirin û got ‘’ev biryareke provakatîf e’’ Şandeyê di daxuyaniya xwe de bang li saziyên netewî û navnetewî kir da ku bihistyar bin.

Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Şandeya Îmraliyê , li ser fikareyên cidî yên li ser rewşa Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ên li ser ewlekariyê, daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de hate gotin, nehiqûqî û fikareyên têkildarî Ocalan, piştî hewldana darbeyê ya 15’ê Tîrmehê zêde bûne û got, ‘’Hem ji ber daxuyaniyên Rêzdar Ocalan ku beriya niha li Îmraliyê  li ser darbeyeke pêkan ew ê çawa bibandor bibe û hem jî ji ber hin agahihên piştî hewldana darbeyê li ser çapemeniyê derketine û hem jî ji ber netêrkarî û necîdîbûna rayedarên hikûmetê û dewletê yên derbarê nehiqûqî û û fikareyên li ser rêzdar Ocalan, fikare û metirsiyên heyî zêdetir bûne.’’

 ‘BIRYAREKE PROVAKATÎF Û NE REWA YE’

Di berdewamiya daxuyaniyê de wiha hate gotin:

‘’Hema di pişt hewldana darbeyê ya 15’ê Tîrmehê, şandeya me bi rayedarên hikûmetê û dewletê re têkilî daniye û fikareyên ku têne zanîn veguhazandine û ji bo ku dawî li van fikaran were, aniye zimên ku malbat, parêzer û şandeyên serbixwe bi lezgînî biçin Girava Îmraliyê  û ev weke mecbûriyeteke hate diyarkirin. Jixwe piştî van hevdîtinan agahyên me bi dest xistin bi raya giştî re hatine parvekirin û hişyarîdayinên xwe yên dîrokî jî her carê dubare kiriye.

Ji hêla hikûmet û dewletê ve heya niha ti bersiveke zelal ji bo fikareyên me nehatiya dayin û bi ser de bi daxwaza Serdozgeriya Komarê ya Bursayê ya Hakimtiya Înfazê ya 1. hatiye qedexekirine ku Rêzdar Ocalan ê ku li Girava Îmraliyê  girtiye û girtiyên dî, serdanvan, têkiliya nivîsî û axaftina bi telefonê ku ji xwe hatibûn xesp kirin, di maweya Rewşa Awarte de hatine qedexekirin.

Biryara nav borî biryara tecrîda girankirî ye ku ku di nav tecrîda girangirî de hatiye danîn. Ev biryar, biryareke provakatîf e bi ser siberoja hevpar a gelên Tirkiyê de, ku di nav darbeya leşkerî û sivîl de li rêyeke demokratîk digere. Ev biryar biryareke ne rewa ye ku li dijî hiqûqê, adaletê û çareseriya demokratîk hatiye avêtin.

DEMILDEST HEVDÎTIN DIVÊ PÊK WERE

Di daxuyaniyê de hate gotin pir girîng e ku biryara navborî demildest paş ve were standin û wiha hate gotin: ‘’Di heman demê de ji bo kêmkirina fikareyên raya giştî û kêmkirina rageşiyê divê hikûmet û dewlet barê ku ketî ser pêk bîne û bi bîr dixin ku pir bi lezgînî divê şert û mercên hevdîtina bi Rêzdar Ocalan re werin pêk anîn.

Tekana rêya ku Tirkiyê ji rewşa têdayî rizgar bike ew e ku di serî de meseleya Kurd, çareserkirina pirgirêkên civiyayî yên Tirkiyê ye. Ji bo vê çareseriyê tişta ku divê were kirin ne ew e ku mirov tecrîdê li ser tecrîdê pêk bîne lê divê mirov şertên muzakereyên demokratîk pêk bîne. Ji bo vê jî ji bo Rêzdar Ocalan ku mekanîka darbeyê ji mêj ve pêşbînî kiriye, ev bi awayekî ku bi fermî jî tomarî fermî yên girtgehên dewletê bibe hişyariyên hewce kiriye, divê şert û mercên muzakerekirina azad werin avakirin. Di rewşeke berovajî vê de wê xizmetê ji wê re bike ku aktorên sivîl û leşkerî yên li ser darbeyê wê bi ser bikevin û gelên me bixin nav taritiyeke darbeyê. Rîskên bi vî rengî hene. Bê şik ev rewş ne tenê gelên Kurdistanê û Tirkiyê, hemû Rojhilata Navîn û gelên dinyayê ji nêz ve têkildar dike.’’

BANGA BIHISYARIYÊ

Şandeya Îmraliyê  ya HDP’ê di serî de Neteweyên Yekbûyî, Parlamentoya Ewropayê, saziyên Yekîtiya Ewropayê, CPT, Rêxistina Efûyê bang li hemû saziyên navnetewî û saziyên navnetewî,hemû raya giştî ya alîgirê aştî û demokrasiyê û gelan kir, da ku li ser rewşa Ocalan bihistyar bin.