Nobeta Edaletê: Heta ku daxwazên me pêk bên wê ev çalakî bidomin

Di çalakiyên Nobeta Edaletê yên ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelan Abdullah Ocalan hatine destpêkirin de hat gotin ku heta daxwazên wan pêk were wê çalakiyên xwe bidomînin.

Li WAN’ê Nobeta Edaletê ya Komelaya Alîkariyê ya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re (TUHAY-DER) daye destpêkirin, di roja 102’yemîn de berdewam dike. Rêxistina Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) a navçeya Artemêtan, Meclisa Dayikên Aştiyê ya Wanê, Namzeta Hevşaredariya Artemêtan a DEM Partiyê Rabîa Başak Koç serdana Nobeta Edaletê ya di avahiyê Rêxistina Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) a Wanê de tê meşandin, kirin.

Nobet bi deqeyeke rêzgirtina ji bo kesên di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane, dest pê kir û bi axaftinan berdewam kir. Di nobetê de Hevseroka DEM Partiyê ya Artemêtanê Reyhan Kaplan wiha axivî: “Divê barê vê têkoşînê ne tenê ser milê dayikan be, divê ser milê me tevan be. Divê em hemû piştevaniya dayikan bikin. Em li cem birêz Abdullah Ocalan û girtiyên xwe ne.” 

Piştre Hevserokê TUHAY-DER’a Wanê Çetîn Uyar anî ziman ku divê her kes pişgirî bide çalakiya nobetê û got: “Li Wan, Stenbol û Colemêrgê gel bi coşeke mezin tev li Newrozê bû. Ev ne tenê pîrozbahiyek e, di heman demê de bersivdayînekî pergalê ye jî.”

Di dawiyê de endama Meclisa Dayikên Aştiyê ya Wanê Zekiye Kaya diyar kir ku Newroz ji bo rakirina tecrîda ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan peyameke zelal e û ev tişt gotin: “Dê ev bihar ji me hemûyan re mizgîniyan bîne. Em ji bo edaletê destên xwe dirêj dikin. Xizmên girtiyan jî bi hêviya edaletê çalakiyên xwe didomînin.” 

Çalakî bi berzkirina dirûşman û gotina stranan dom kir. 

ÎZMÎR

Li Îzmîrê Nobeta Edaletê ya di pêşengtiya EGE TUHAY-DER û TJA’yê de li Îzmîrê hatiye destpêkirin di roja 42’yemîn de berdewam kir. Gelek kesan serdana nobeta ku li Rêxistina DEM Partiyê ya Konakê didome kirin. Di dema nobetê de her tim dirûşmeyên “Bijî berxwedana zindanan" û “Jin jiyan azadî” û “Heq û hiqûq edalet” hatin berzkirin. 

Yek ji malbata girtiyan Hanîfe Gumuş a di çalakiya nobetê de axivî, wiha got: “Em dixwazin ev îşkence, ev zilm, ev çalakiya greva birçîbûnê bi dawî bibe. Divê daxwazên girtiyan bên qebûlkirin. Heta ku daxwazên wan neyên qebûl kirin em ê piştgiriya wan bikin û nobeta xwe bidomînin.”

AMED

Li  Amedê Nobeta Edaletê ya di pêşengtiya Komeleya Piştevaniyê ya bi Malbatên Girtîyan re (TUAY-DER) de didome, kete roja 105’emîn. Çalakvanên di nobeta li avahiya rêxistina Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) didome de cih digirin, pêşmalkên ku li ser “Tecrîd sûcê mirovahiyê ye dinivîsî” li xwe kirin. Nazîme Bayhan aev tişt anî ziman: “Li ser birêz Ocalan tecrîdeke giran heye. Ev tecrîda ku 26 sal in didome, li gelê kurd tê sepandin. Ez dixwazim tecrîd demildest bi dawî bibe.”

MÊRDÎN

Li Mêrdîn Nobeta Edaletê ya bi daxwaza azadiya fizîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û çareseriya demokratîk a pirsgirêka kurd li avahiya Rêxistina DBP’a Bajêr hatiye destpêkirin berdewam dike. Gelek welatiyan serdana nobetê kirin û piştgirî dan. Di çalakiya nobetê de malbatên girtiyan û Dayikên Aştiyê têkildarî rojevê nîqaş kirin û peyama ku dê çalakiyê bidomînin dan. 

ÊLIH

Li Êlihê Nobeta Edaletê ya bi pêşengtiya TUAY-DER a Êlihê li avahiya DBP’a Bajêr hatiye destpêkirin jî di roja 47’an de berdewam kir. Namzeta Hevşaredariyê ya Êlihê Gulistan Sonuk, Tevgera Jinên Azad (TJA), rêxistinên bajêr ên DBP’ê û DEM Partiyê û Platforma Ked û Demokrasiyê ya Êlihê serdana nobedê kirin. 

STENBOL

Li Stenbolê Nobeta Edaletê ya bi pêşengtiya Komeleya Piştgirî û Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya Marmarayê (MATUHAYDER) li Stenbolê hatiye destpêkirin li avahiya DEM Partiyê ya Sûltanbeyliyê di roja 98’an de berdewam kir. Çalakvanan daxwaza azadiya Abdullah Ocalan kirin û anîn ziman ku heta tecrîda li ser Abdullah Ocalan were rakirin wê çalakiya xwe bidomînin.