Rojnameyan nadin Ocalan

Rojnameyên ku ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku di li Îmraliyê tecrîdeke giran li ser heye, têne şandin, têne îadekirin.

Agahiyên ku piştî hewldana darbeyê derketine holê û fikarên têkildarî ewlekariya jiyana Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, bi ragihandina Rewşa Awarte re zêdetir bûn. Piştî hewldana darbeyê serlêdanên parêzer û malbata Ocalan pêşî bi hênceta, "ku şertên guncan çêbûn hûn ê werin agahdarkirin" nehate qebûlkirin û piştre jî bi hênceta biryara Hakîmiya Înfazê ya 1. a Bursayê ku bi Rewşa Awarte re derkete holê, hemû daxwazên hevdîtinê û heqê ragihandinê hate qedexekirn.

Derkete holê, rojnameyên ku ji Îmraliyê re têne şandin, ji hêla rêveberiya girtîgehê ve nayên qebûlkirin û paş ve têne şandin. Li gorî agahiya ku ji Buroya Hiqûqê ya Sedsalê dayî, rojnameya Ozgur Gundemê ya ku piştî hewldana darbeyê ji muwekîlê wan Ocalan re hatine şandin, radestî Ocalan nekirine, gotine, "ji hêla saziyê ve nehatiye qebûlkirin" û paş ve şandine.