ROJEVA 29'Ê ADARA 2024'AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

Êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê, Rojava û bûyerên têkildarî mijarê wê bêne şopandin.

Mîtîng û civînên DEM Partiyê yên ji bo hilbijartinên xwecihî wê werin şopandin.

Namzeta DEM Partiyê ya ji bo Hevşaredariyê Bîrsen Orhan li ser ewlekarî û karên hilbijartinê yên li Dersimê axivî û got, "Di 31'ê Adarê de li Dersimê serketin wê ya DEM'ê be. DEM bêyî Dersimê, Dersim bêyî DEM'ê nabe."

Hevdîrektorê MLSA'yê parêzer Veysel Ok destnîşan kir ku di hilbijartinê de ne tenê ewlehiya sindoqên dengan her wiha divê tevahiya pêvajoya hilbijartinê bê ewlekirin.

Namzeta DEM Partiyê ya ji bo Hevşaredariya Qoserê Hamdiye Bîlek Tûrgay destnîşan kir ku gel dixwaze mirovên ku îradeya wan temsîl dikin dest bi wezîfeyê bike.

Hunermendên ji Tevgera Çand û Hunerê ya Demokratîk a Mezopotamyayê bang li gel kirin ku di 31'ê Adarê de ji bo DEM Partiyê tevlî dengdanê bibin.

Ji namzetên DEM Partiyê yên Hevşaredariya Qersê Arzû Savaş anî ziman ku ev hilbijartin ji bo gelan gelekî girîng e û got, "Werin em xwe û bajarê xwe bi hev re bi rê ve bibin."

Akademiya Modernîteya Demokratîk wê bi sernavê "Ji bo civakê zanistî-fikrê polîtîk şoreşgerî yê Kurdistanê" di Nîsanê de li bajarên Ljûbljana û Koper ên Slovenyayê konferansekê lidar bixe.