ROJEVA 20’Ê NÎSANA 2024’AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistan û Cîhanê

ROJEVA 20'Ê NÎSANÊ

-Êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê û Rojava û geşedanên têkildarî vê yekê wê bên şopandin.

-Li Kurdistan û Tirkiyeyê çalakiyên xizmên windayan wê bên şopandin.

-Prof. Andrej Grûbacic got ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji lîderekî şoreşgerî hîn zêdetir; fîlîzof, civaknas û mirovekî zanyar e.

-Li Îngilistanê Konfederasyona Sendîkayên Skoçyayî ku nûneriya nîv milyon zêdetir karkeran dike, di kongreya giştî ya 2024’an de biryar da ku ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan têkoşînê mezin bike.

-Înîsiyatîfa Abdullah Ocalan a Sûriyeyê xwe amade dike ku 3 milyon û 699 hezar îmzeyên ku di encama kampanya îmzeyan de kom kir, ji Yekîtiya Ewropayê re bişîne. Ji bo vê yekê şande hat avakirin.

-Desteya Tenduristiyê ya Kantona Efrîn û Şehbayê ku ji sala 2018’an û vir ve xizmeta gelê Şehbayê dike, bi 292 kedkarên tenduristiyê re xizmetê didin. Nexweşxaneyên Avrîn û Til Rifet, sê navendên tenduristiyê û sê klînîkên diranan jî xizmetê ji gel re dikin.