BI DÎMEN

Qedexe rabû lê êrîşên li Sûrê dewam dikin

Li navçeya Amed Sûrê, tevî rakirina qedexeya derketina derve jî, polîsan kolana ber bi aliyê Minareya Çarling a Tahîr Elçî lê hat qetilkirin, girtin.

Li navçeya Amed Sûrê qedexeya derketina derve rabû, lê belê êrîşên polîsan ên li hemberî taxê îro jî dewam kirin.

Tevî rakirina qedexeya derketina derve jî, polîsan kolana ber bi aliyê Minareya Çarling a Tahîr Elçî lê hat qetilkirin, girtin.

Polîsên ku bi wesayîtên zirxî yên bi tîpa "Kobra", "Ûral" û "Akrep" rê girtine, miroven ji taxê derdikevin nasnameyên wan kotnrol dikin. Polîs her wiha destûrê nadin ku gel li hev bicivin.

Polîsên Tirk ên ku rojnamevanan jî hişyar dikin, car carna guleyan li taxê direşînin. Polîsan her wiha bombeya gazê avêtin nava gelê li derdorê û ji ber bombeya gazê du kes li pêşiya sûka binê erdê nexweş ketin.

Piştî ku polîsên tevgera taybet xwe vekişandin, du wesayîtên zirxî li nêzî kolanê sekinîn.

...