Patronê Lafarge ku bertîl da DAIŞ'ê wê îstifa bike!

Der barê şîrketa çîmento ya bi navê LafargeHolcîm de beriya niha gelek caran hate gotin, ku ji bo kar li herêmên DAIŞ lê ye bike, bertîl daye DAIŞ'ê. Hat îdîakirin, patronê vê şîrketê wê îstifa bike.

Derketibû holê, şırketa LafargeHolcîm ku li bajarokê Çelebî yê Kantona Kobanê febrîqeya xwe ya çîmento heye, bertîl daye çeteyên DAIŞ'ê û bi vî rengî hewl daye karê xwe yê li vir bidomîne.

Şîrketa Lafarge ya Fransayê, di sala 2015'an de bi şîrketa Holcîm a Swîsreyî re bû ye. Hat îdîakirin, şîrketê bi awayekî 'neyekser' qebûl kir, ku di navbera salên 2013-2014'an de pere daye hin komên çekdar ku DAIŞ jî di nava wan de heye.

Li ser mijarê, dozgerên Fransayê dest bi lêpirsînê kir. Niha jî îstifaya patronê şîrketê Erîc Olsen di rojevê de ye. Ajansa AFP'ê, bi agahiyên ji çavkaniyekî nêzî dosya lêpirsînê nûçeyek weşand û îdîa kir, ku Olsen beriya civata giştî ya 3'ê Gulanê dibe ku îstifa bike.