Parêzerên Ocalan li Pforzheîmê bi gel re civiya

Tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dewam dike, xebatên parêzeran a ji bo raya giştî agahdar bikin jî dewam dikin.

Kurdistaniyên ku li bajarê Pforzheîm ê Elmanyayê dijîn, bi beşdariya ji parêzerên Ocalan Şînsî Tûr û Mahmût Şakar weke qiseker beşdarî panelekê bûn.

Parêzeran di panelê de diyar kirin ku ev 5 sal in ku hevdîtin bi Ocalan re pêk nayên, têkildarî rewşa tendirustiya Ocalan agahî dan.

Parêzerên Ocalan bi bîr xistin ku tecrîd ji bo hem pêşî li pêşketinên li Kurdistan û Rojhilata Navîn bigirin dewam dike. Parêzeran destnîşan kir ku ji beriya niha jî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bal kişandibû ser mekanîzmeya darbeyê û hişyariyên cidî yên di vê mijarê de jî kiribû. Tevî vê jî di israrkirina zext û tecîrdê de ne rast e.

...