Parêzer: Em ê barîkatên AKP’ê hilweşînin

Parêzerên dixwestin li Deriyê C ê Edliyeya Çaglayan bi armanca balê bikşînin ser pêkanînên dij hiqûqî yên di 1'ê Gulanê de pêk hatin bikevin hundir polîsan bi tundî êrîşî parêzeran kir.

Parêzerên dixwestin li Deriyê C ê Edliyeya Çaglayan bi armanca balê bikşînin ser pêkanînên dij hiqûqî yên di 1'ê Gulanê de pêk hatin bikevin hundir polîsan bi tundî êrîşî parêzeran kir.

Komek parêzeran bi armanca balê bikşînin ser bêhiqûqiyên li hemberî kesên di 1'ê Gulanê de hatin binçavkirin li ber Edliyeya Çaglayanê hatin cem hev. Parêzerên xwestin di Deriyê C de bikevin hundir rastî êrîşa polîsan hatin. Polîsan destûr neda parêzer bikevin hundir û bi mertalan êrîş kirin. Piştî êrîşê Wekîlê CHP'ê Mahmut Tanal û Namzetê HDP'ê yê Stenbolê Levent Tuzel hatin edliyeyê û bi Serdozgerê Komarê yê Stenbolê re hevdîtin pêk anî. Parêzerên ODH û ÇHD'ê li ber Edliyeyê daxuyanî dan çapemeniyê.

Di daxuyaniyê de pankarta "Bila kesên di 1'ê Gulanê de hatin binçavkirin demildest serbest bên berdan" hate vekirin û dirûşmên "Bijî Yek Gulan", "Mafê parastinê nayê astengkirin" û "Em ê bi berxwedanê qezenc bikin" hatin berzkirin.

Hevserokê OHD'ê yê Stenbolê Sînan Zîncîr diyar kir ku wan têkildarî bêhiqûqiyên di 1'ê Gulanê de pêk hatin xwestin daxuyanî dan lê polîsan êrîş li wan kir û wiha got: "Bi zagona ewlehiyê li hemberî jin, kedkaran zilmê pêk tînin. Me parêzeran maseya krîzê ava kirin. Heke me ev mase nedanîba wê kesên hatin binçavkirin weke salên 90'an winda kiribana."

'EM Ê BARÎKATÊN AKP'Ê HILWEŞÎNIN'

Zîncîr da zanîn ku weke parêzeran wan qedexeya 1'ê Gulanê nas nekirin û 200 kesên hatin binçavkirin sewqî edliyeyê hatin kirin û wiha pê de çû: "Dema em tên edliyeyê em ne dozger û dadgeran, polîsan dibînin. Dewleta polîsan û dîktatoriya AKP'ê ev e. Em ê barîkatên AKP'ê hilweşînin."

Seroka ÇHD'ê ya Stenbolê Gokmen Yeşîl jî wiha got: "1'ê Gulanê roja hemû cîhan pîroz dike ye. Lê li welatê me bi israr qad tên qedexekirin."