Operasyona qirkirina siyasî: Gelek kes hatin binçavkirin

Di çarçoveya operasyona qirkirina siyasî de li gelek bajaran leşker û polîsan avêtin ser malan û gelek kes kirin binçavan.

OPERASYONA QIRKIRINA SIYASÎ

Li Şirnex û navçeyên wê yên Cizîr, Silopiya û Hezexê û bajarokê Dêrgulê leşker û polîsan bi ser malan de girtin. Di serdegirtina malan de Ayşegul Ceylan, Yakûp Dûrak, Ûmût Çagli, Agît Şerîfoglû, Ayşe Soysal, Rojhat Karavîş û kesekî ku navê wî nehat zanîn hatin binçavkirin. Dûrak ê ku leşkeran di saetên serê sibê de bi ser mala wî ya li Bajaroka Dêrgulê de girtin, piştî lêgerîna malê birin qereqola cendermeyan.

Sedema binçavkirinan nehate zanîn. Hate ragihandin ku dibe hejmara binçavkiriyan zêde bibe. 

ÎZMÎR

Piştî pîrozbahiyên Newrozê yên duh, 2 jê zarok 7 kes hatin binçavkirin.

Hat diyarkirin ku di serdegirtinên malan ên vê sibehê de Hevseroka Çîgliyê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Leyla Tûfan jî di nav de 19 kes hatin binçavkirin. Hate hînbûn ku 2 zarokên ku hatin binçavkirin li Midûriyeta Şaxa Zarokan tên ragirtin, binçavkiriyên din jî birin Midûriyeta Polîsan a Îzmîrê.

Li gorî agahiyên parêzeran dane, hat diyarkirin ku dibe hejmara binçavkirinan zêde bibe.

ÊLIH

Li bajêr di serdegirtina malan de 5 kes hatin binçavkirin. Yûsûf Îslam Demîr, Halîl Olmez, Zeynep Aslan, Ayşe Akinci û Mahsûm Încî yên bi îdîaya "propaganda rêxistinê kirine" hatin binçavkirin, birin Midûriyeta Polîsan a Êlihê.