OHD: Ji bo paşerojeke azad û aştiyane divê tecrîd bê rakirin

OHD'ê destnîşan kir ku ji bo paşerojeke demokratîk, azad û aştiyane, divê tecrîd bê rakirin.

Komeleya Hiqûqnasan a ji bo Azadiyê (OHD) têkîldarî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daxuyaniyek nivîskî da û diyar kir ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocelan 23 sal in di bin şert û mercên giran ên tecrîde de li Girtîgeha Girava Îmraliyê tê girtin.

Daxuyaniya OHD'ê wiha ye: "Omer Hayrî Konar, Veysî Aktaş û Hamîlî Yildirim ên di sala 2015’an de sewqî Îmraliyê hatin kirin û ji wê rojê heta niha ew di nava tecrîda girankirî ya li Îmraliyê de ne, destûr nedan ku bi parêzerên xwe re hevdîtinê pêk bînin. Ji sala 2011’an ve destûr nehat dayîn ku birêz Ocalan li gel parêzerên xwe hevdîtinê bike û di encama grevên birçîbûnê yên di sala 2019’an de ji meha Gulanê heta Tebaxê 5 caran bi parêzerên xwe re hevdîtin pêk anî. Wezîrê Edaletê yê wê demê bi daxuyaniyekê ragihandibû ku qedexeya hevdîtinê ya parêzeran a bi Ocalan re hatiye rakirin. Lê belê piştî hevdîtina parêzeran a di 7’ê Tebaxa 2019’an heta niha destûr nedan ku parêzer bi birêz Ocalan re hevdîtinê bikin. Ji bilî mafê hevdîtina bi parêzeran re, mafê hevdîtina bi malbat û wasî re, mafên telefon û nameyan jî bi awayekî derhiqûqî û derqanûnî hatine binpêkirin."

Di dewama daxuyaniyê de OHD’ê bi bîr xist ku Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) di sala 2014’an de sepanên li Îmraliyê weke êşkence destnîşan kiriye û wiha pêde çû: "Komîteya Pêşîgirtina li Êşkenceyê (CPT) a girêdayî Konseya Ewropayê jî piştî hinek lêkolînan heman tespît kir. Sepanên li Îmraliyê, binpêkirinên mafên mirovan ên giran in. Bi milyonan kes birêz Ocalan weke îradeya xwe ya siyasî dibîne. Birêz Ocalan weke kirdeya hiqûqê maf û hiqûqê nayê qebûlkirin û ji statûya hiqûqê bêpar tê hiştin.”

Daxuyanî wiha bi dawî bû: "Ji bo paşerojeke demokratîk, azad û aştiyane, divê tecrîda li ser birêz Ocalan bê rakirin. Divê gelê Kurd û dostên wan, parastvanên hiqûq û mafên mirovan ji bo rakirina tecrîdê têkoşîna xwe ya hiqûqî hîn mezintir bikin. Divê were zanîn ku polîtîkayên tecrîd û neçareseriyê neçarî têkçûnê ne. Hewce ye di zûtirîn demê de dawî li tecrîda li ser birêz Ocalan, Hamîlî Yildirim, Omer Hayrî Konar û Veysî Aktaş were anîn û bikarin bi malbat û parêzerên xwe re hevdîtinê bikin. Tekane çareseriya krîza hiqûqî û siyasî ya derketî holê ew e ku ev sepana tecrîdê ji holê bê rakirin û rêbaza guftûgoyê bê ceribandin."