'Ocalan ji bo aştiyê aktorekî girîng e!'

Di salvegera 17. a komploya navneteweyî ya li hemberî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de, heyetek ji 11 navdarên cîhanê bi pêşengiya Essa Moosa diçe Tirkiyeyê ji bo bi Ocalan re hevdîtinê bike.

Di salvegera 17. a komploya navneteweyî ya li hemberî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de, heyetek ji 11 navdarên cîhanê bi pêşengiya Essa Moosa diçe Tirkiyeyê ji bo bi Ocalan re hevdîtinê bike. Ji endamên heyetê Dr. Thomas Jeffrey Mîley, Janet Bîehl û Andrej Hûnko diyar kirin, bi vê serdanê re ew dixwazin tevkariyê li çareseriya aştiyane ya pirsgirêka Kurd bikin.

Tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku ji 15'ê Sibata 1999'an û vir ve dewam dike û ji 5'ê Nîsana 2015'an û vir ve hatiye şidandin, gelek şexsiyet xist nava tevgerê. Bi serokatiya yek ji parêzerên lîderê efsanewî yê Afrîka Başûr Nelson Mandel Essa Moosa, gelek şexsiyetên navdar ji bo şikandina tecrîdê diçin Tirkiyeyê.

Di nava delegasyonê de ji Kanadayê ji damezrînerên Enstîtuya Ekolojî Sosyolojî ya Navneteweyî Dîmîtrî Roûssopoûlos, ji DYA nivîskar Janet Bîehl, ji Îngilîstanê endamê Desteya Şêwirmendiyê ya Estîtuya Ekolojî Sosyolojî ya Navneteweyî Federîco Ventûrînî, ji Îngilîstanê ji zanîngeha Cambrîdge Dr. Thomas Jeffrey Mîley, ji Elmanyayê Parlamenterê Partiya Çep Adrej Hûnko, ji Norwêcê nivîskar Eîrîk Eîglad, nivîskar, tercûman, endamê Meclîsa Neteweyî ya Venezûelayê Edgar de Jesûs Lûcena Gonzalez, ji Îngilîstanê ji Serokatiya Komîsyona Edaletê Joe Ryan Westmînster û Wezîrê berê yê Çandê yê Ekvadorê Andrade Francîsco Velasco cih digirin.

Heyet wê sibe biçe Stenbolê û piştî hevdîtina bi rayedarên HDP, CHP û AKP'ê, ji bo dîtina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan wê biçe Girava Îmraliyê.

Ji endamên heyetê Hîndekarê Zanîngeha Cambrîdge Dr. Thomas Jeffrey Mîley, nivîskar, lîstikvan Janet Bîehl û Parlamentera Meclîsa Federal a Elmanyayê Andrej Hûnko ji ANF'ê re axivîn û anîn ziman ku ji bo şerê li Tirkiyeyê bi dawî bibe û pêvajoya aştiyê ji nû ve destpê bike ew dixwazin biçin Îmraliyê û bi Ocalan re hevdîtinê bikin.

JEFFREY MÎLEY: PÊWÎSTÎ BI NÊRÎNA ABDULLAH OCALAN HEYE

Hîndekarê Zanîngeha Cambrîdge Dr. Thomas Jeffrey Mîley diyar kir, ji bo şerê heyî bi dawî bibe ew dixwazin biçin Îmraliyê û got, "Di dema dawî de, di çareseriya pirsgirêka Kurd de dîsa rewşeke xitimandî rû da. Li hemberî şerê sor bû û binpêkirina mafên mirovan zêde bû, entelektûelên Tirkiyeyî dengê xwe bilind irin. Lê belê rastî gefan hatin. Xeterî heye şerê li Sûriyeyê li nava Tirkiyeyê û tevahiya herêmê der bibe. Lewma pêwîstî bi nêrîna Abdullah Ocalan heye. Dengê wî ji bo aştiyê gelekî girîng e. Û bi rastî jî modela konfederalîzma demokratîk a pêşkêş kir, li hemberî zilm, kaos û şerê li Rojhilata Navîn belav bûye, alternatîfa yekane ye. Ji ber van hemû sedeman weke delegasyon em dixwazin biçin Îmraliyê."

Mîley da xuyakirin, ku hikûmeta AKP'ê projeya siyasî ya HDP'ê û serketina HDP'ê hezm nekiriye û got, "AKP û Erdogan, serketina HDP'ê li hemberî daxwazên xwe yên otorîter weke gefekê dît. Faktoreke din jî ew e ku Tevgera Azadiyê ya Kurd a li Kobanê bi lehengî li ber xwe da, bû xwedî sempatiyeke mezin. Van her du bûyeran, refleksa şer a dewleta Tirk xist nava tevgerê. Lewma serî li şîdetê hat dayîn. Lê belê bi zexta bi vî rengî re Tevgera Azadiyê ya Kurd têk naçe."

BÎEHL: DIVÊ TIRKIYE MAFÊN KURDAN NAS BIKE

Nivîskar û lîstikvan Janet Bîehl jî bal kişand ser rola Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di çareseriya pirsgirêka Kurd de û got, "Armanca serdana me alîkariya ji bo ji nû ve destpêkirina çareseriya bi rêyên aştiyane ya pirsgirêka Kurd e. Birêz Ocalan di vî warî de xwedî roleke cidî ye. Mirovekî ji aliyê çareseriya pirsgirêka Kurd ve xwedî roleke ewçend girîng e, nayê qebûlkirin ku ji meha Nîsanê û vir ve di nava tecrîdê de ye. Ev tecrîd antî demokratîk û bê hiqûqî ye. Beriya her tiştî divê operasyonên leşkerî yên li hemberî bajarên Kurdan bên sekinandin, komkujî û înfazkirina mirovan bê bidawîkirin, tecrîda li ser Ocalan were rakirin û veger li pêvajoya aştiyê bê kirin. Armanca serdana heyetê ev e."

Bîehl da zanîn, ku li tevahiya cîhanê mafên hindikahiyan hene û destnîşan kir, ku mafê Kurdan e bi awayekî azad bi nasnameya xwe li ser xaka xwe bijîn. Bîehl rexne kir ku bi rêbazên leşkerî êrîş li hemberî daxwaza xweseriyê ya Kurdan tê kirin û got, "Dewleta Tirk bi tepisandina Kurdan re hebûna wan bi temamî înkar dike. Bombeyan li bajarên Kurdan dibarîne. Kurdan weke terorîst dibîne û polîtîkayên qirkirinê li hemberî wan dimeşîne. Vê yekê jî bi wehşeteke bêrehm dike. Li şûna van polîtîkayan, divê dewleta Tirk hebûna Kurdan qebûl bike û mafê jiyana bi hev re ya azad nas bike. Ev yek wê di heman demê de rê li ber demokratîkbûyînê veke."

HÛNKO: TIRKIYE SÛC DIKE

Parlamenterê Meclîsa Federal a Elmanyayê Andrej Hûnko jî anî ziman, ku divê alî bi lezgînî li maseya muzakereyê vegerin û got, "Ji bo vê jî pêwîstî bi azadbûna Ocalan heye." Hûnko bibîr xist, ku ew ê li Stenbol û Enqereyê hin danûstandinan bikin û destnîşan kir, ku komkujiyên dewleta Tirk li Kurdistanê dike nayên qebûlkirin. Hûnko ragihand, dewleta Tirk li gorî hiqûqa navneteweyî sûc dike û got, "Tevî vê yekê jî Serokwezîra Elmanya Angela Merkel pirsgirêka penaberan ji xwe re dike bahane û li hemberî Tirkiyeyê bêdeng e. Ev cihê şermê ye."