Newroza Edeneyê: Mifteya aştiyê li Îmraliyê ye

Di pîrozbahiya Newrozê de ya li Edeneyê, Hevberdevka Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Esengul Demîr axivî û destnîşan kir ku mifteya aştiyê li Îmraliyê ye.

Pîrozbahî li Şanoya Servekirî ya Mîmar Sînan bi beşdariya bi hezaran kesî pêk hat.

Di dema pîrozbahiyê de polîsan ji ber pankarta ciwanan hewl dan tevlîhevî û rageşiyê çêbikin.

Hin beşdar bi lêdanê hatin binçavkirin, lê piştre hatin berdan.

Di pîrozbahiyê de dirûşmên "Em ê bi berxwedanê bi ser bikevin", "Jin, Jiyan, Azadî", "Bijî Serok Apo" û "Bijî berxwedana zindanan" hatin qîrîn. Gelek kes bi kincên xwe yên gelêrî tevlî pîrozbahiyê bûn.

Dayikên Aştiyê û xizmên girtiyan ên di Nobeda Edaletê de ne çalakiya xwe li qada Newrozê dewam kirin.

Ciwanan ji bo piştgiriya bi girtiyan re strana "Mehkûmên Azadiyê" gotin û daxwaza azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û çareserkirina pirsgirêka Kurd kirin.

Di çalakiyê de ji bo bîranîna Kemal Kûrkût jî pankart hatin hildan.

Hevberdevka HDK'ê Esengul Demîr Newroz li girtiyan û Abdullah Ocalan pîroz kir.

Esengul Demîr anî ziman ku pêwîstiya Tirkiyeyê bi aştiyê heye, yekane rêya vê yekê jî bidawîkirina tecrîda li Îmraliyê ye û got, "Mifteya aştiyê li Îmraliyê ye." Esengul Demîr destnîşan kir ku divê Abdullah Ocalan azad bibe.

Di pîrozbahiyê de xizmên girtiyan ên di Nobeda Edaletê de ne tevî Dayikên Aştiyê agirê Newrozê dadan û daxwaza azadiya Abdullah Ocalan kirin.

Herî dawî Parlamenterê DEM Partiyê yê Mersînê Alî Bozan axivî nirxandinên Abdullah Ocalan ên salên berê yên têkildarî Newrozê bi beşdaran re parev kir. Çalakiya ku gelek hunermendan hunera xwe pêşkêş kirin, bi coş derbas bû.