MOP: Divê zû bi Ocalan re hevdîtin were kirin

MOP’ê têkildarî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocaaln û darbeya sivîl ya 7’ê Hezîranê ya 15’ê Tîrmehê ya leşkerî daxuyanî da. MOP’ê got, ‘’Bi Rewşa Awarte diyar e, bê ka Erdoganê faşîst demokrasiyeke çawa difikire.’’

Partiya Azadiyê ya Mezopotamyayê daxuyaniye nivîskî da, di daxuyaniyê de li ser navê gelên Asûrî, Suryanî, Keldanî darbeya 7’ê Hezîranê ya sivîl û ya 15’ê Tîrmehê ya leşkerî şermezar kir.

MOP’ê diyar kir dîroka dewleta Tirk bi darbeyan tije ye û diyar kir, li Tirkiyê mebesta darbeyan ew e ku pêşketinên demokratîk asteng bikin.

MOP’ê got, “Pêşengê hişmendiya faşîst Erdogan, piştî ku bi mutabeqata Dolmbahçeyê, di hilbijartinên 7’ê Hezîranê de li hemberî pêşengê demokrasiyê, rêzdar Ocalan têk çû, piştre pêvajoya demokrasiyê rakiriye û darbeyeke faşîst a sivîl pêk aniye. Erdogan bi Ergenenok, MHP, CHP, mafya û kesên weke Perînçek re hevkarî kiriye. Li hemberî ragihandina xweseriya demokratîk a li Kurdistanê berê xwe daye hişmendiye qirker a 1915’ê, li hemberî hêzên ku ji bo mafên xwe yên demokratîk bikartînin, bi rêbazên herî hovana tundî bi kar aniye, mirovên birîndar şewitandiye, bajar şewitandine û bi sed hezaran mirov bi darê zorê ji şûnwarê wan kiriye. Li gel vê jî li hemberî têkoşîna demokrasiyê nekariye ku ya dixwest bi dest bixîne.” MOP’ê ji bo vê jî diyar kir, dîroka mirovahiyê faşîzma Îslamî ya Erdogan û generalên komkuj ên ku li Kurdistanê komkujî pêk anîne weke qirkeran ew nivîsandine.

MOP’ê diyar kir, bi vî awayî di qada navnetewî de, polîtîkaya hundîrîn de xitime, qels bûye û ber bi xelasbûnê ve diçe û got; “Leşkerên ku meyla wan bêhtir li ser Kemalîzmê bûn, ku dixwestin vê rewşê ji bo xwe bikarbînin, 15’ê Tîrmehê darbeya leşkerî kirine lê belê bi ser neketine. Em li dijî her du darbeyan in, em darbeyan lanet dikin û şermezar dikin. Ji ber ku her du jî, girêdayî emparyalîzmê ne, mêtingerên paşverû, faşîst û komkuj in. Di vê darbeyê de rewşa ku derketî holê, şerê desthilatdariyê ya du hêlên faşîst e. Rewşa dî jî, piştî ku demokrasî ji holê rabû helbet rewşên wiha neyênî wê derkevin holê. Dewleta Tirk hetanî ku di pêşengtiya Erdogn de li hemberî gelê Kurd, gelên din û demokrasîxwazan bi hişmendiya qirkirinê biçe, ev darbe, kaos û ev şer qet wê neqede.

A rast, darbe ne çaresî ne û ne rêyên çareseriyê ne. Di sedsala 21’ê de çareserî alternatîfa demokratîk a sêyemîn ku ji hêla Birêz Ocalan ve hatiye pêşxistin û eniya berfireh a demokrasiyê ye ku ji hemû beşên civakî pêk tê.

MOP’ê got, Erdoganê faşîst ku dixwaze ji vê darbeyê sûd werbigire weke kesekî ku demokrasiyê li dijî darbeyê diparêze ji bo civakê didin nîşandan û ev anî ziman: “Lê ev dereweke mezin e. Kesekî demokrasîxwaz protokola Dolmabahçeyê ya demokrasiyê ji holê ranake. Li hemberî serkeftina demokrasiyê ya 7’ê Hezîranê darbeya sivîl a faşîst nake, li Kurdistanê komkujiyan nake, mirovên sax naşewitîne, bajaran naşewitîne, ji siyaseta sivîl hevserokên partiyan, ên şaredariyan, demokrasîxwazan û bi hezaran mirov nagire. Heke demokrasî hebûya li şûna şer wê aştî hebûya, w ê li ser Birêz Ocalan ku demokrasiya civakî ji bo her kesî diparêze wê tecrîd nebûya, wê hevdîtinên wî yên bi malbat û parêzeran re nehate astengkirin. Bi gotina Erdogan heke demokrasî hebûya, li ser HDP’ê wê ev çend zext û zordarî nebûya û li Tirkiyê wê ev çend dubendî nebûya. Va ye demokrasî memokrasî nîn e, tenê derewên Erdoganê faşîst û şalavên wî hen, ku vîna gel ji tine ve dihesibînin.

A rast Erdoganê faşîst bi Rewşa Awarte nîşan daye bê ka şêwirîna wî ya demokrasiyê tiştekî çawa ye. Darbeya xwe ya sivîl hewl dide ku li her derê xurt bike û hişmendiya xwe ya faşîst li her deverê bike sazî.

Di nav van şertên neyênî de, astengkirina hevdîtinê ya bi Ocalan re û herî dawî bi Rewşa Awareye jî ji holê rakirina her tiştî, rê li ber gelek gumanan vedike: Ji ber sedema ku komplogerî, tasfîyekar û îxanetkar a dewleta Tirk tê zanîn, ji bo ku ev guman ji holê rabin, zûka divê bi Birêz Ocalan re hevdîtin werin kirin. Em wekî MOP’ê di serî de ji gelê xwe, hemû gelan û alîgirê demokrasiyê dixwazin ku ji bo Ocalan ê ku pêşengê aştî, demokrasî û wekhevî û hişmendiya demokratîk e, bihistyar bin û lê xwedî derbikevin.

Em weke MOP’ê dibêjin, xwedîderketina li Birêz Ocalan ku gelek tevlêbûna wî li mirovahiyê, heqan û jin û demokrasiyê heye, xwedîderketina li rûmeta mirovahiyê û nirxên wê ye.

Banga me ji bo raya giştî ya dinyayê ev e: Ji bo ku tecrîda li ser Birêz Ocalan rabe û hevdîtinê bikaribe bi malbat, parêzerên xwe re bike û bigihijê azadiya xwe, bila zexta siyasî li ser dewleta Tirk bikin, ku perspektifa demokrasiyê ya ku pêdiviya serdemê pê heye, çareseriya kaoso Rojhilata Navîn û pirsgirêka demokratîkkirina Tirkiyê li ba Ocalan e.

Li hemberî hemû sepanînên faşîst, paşverû û nîjatperest, ên ku ji bo demokrasiyê bi hev re dimeşin û şerê vê dikin wê bi ser bikevin. Peywira pêşî ya demokrasîxwazan ew e ku li dijî hemû zextan, kaosê, krîzê Eniya Demokrasiyê bi pêş bixînin.