Meşa ji bo şermezarkirina komployê destpê kir

Komploya Navneteweyî ya 15'ê Sibatê ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, di salvegera 17. de li bajarê Fransa Strasboûrgê bi meşekê tê protestokirin.

Kurdên ji welatên Ewropayê berê xwe dan bajarê Fransa Strasboûrgê, ji duh bi şev ve li Boûlervard de Nancy û Boûlervard de Metz a Gara Trenê ya Navendî li hev civiyan. Ciwanên ji Stûttgartê dimeşiyan Strasboûrgê jî, piştî meşeke dirêj xwe gihandin qada çalakiyê.

Kurdistaniyên li ber Gara Strasboûrgê li hev civiyan, li pişt pankarta bi nivîsa "Ji Ocalan re azadî, ji Kurdistanê re statu" dest bi meşê kirin. Li refên pêş ên meşê ciwanên tevlî meşa dirêj bûn, cih girtin.

Kurdistanî tevî wêneyên cangoriyên têkoşîna azadiyê, alên PKK, KCK, HPG, YPG, YPJ û flamayên tevgerên din ên Kurd hildigirin. Bi pankart û dirûşmên xwe re komkujiyên dewleta AKP li Kurdistanê dike, şermezar dikin.

Di meşê de hêrsa gel a li dijî komkujiya li Cizîrê di asta herî bilind de ye û dirûşma "Tolhildan" tên qîrîn.

Gelek sazî û rêxistinên şoreşger ên Tirkiyeyî û dostên Kurd ên Ewropaî jî destekê didin çalakiyê.

...