Meclîsa HDK-Elmanya: Em ê bibin hêza bingehîn a kampanya NA

HDK-Elmanya civîna xwe ya yekemîn a meclîsê li bajarê Kolnê pêk anî. Civîn il DGB Haûsê hat lidarxistin û bi qasî 50 endamên meclîsê tevlî bûn. Rojeva herî girîng a civînê jî kampanya 'NA' bû.

Di destpêka civînê de endama Desteya Rêveber a HDK-Elmanyayê Aynûr Karakaya axivî. Li dû deqeyeke rêzgirtinê dîwan aht hilbijartin. Hevberdevkên HDK-Elmanya Elîf Sonzamanci û Alî Mîtîl û Hevberdevka Frankfûrtê Şengul Yalçin ji bo dîwanê hatin hilbijartin.

Piştî xwendina rapora kar, li ser xebatên li bajaran agahî hatin dayîn. Dûre pêşniyarên di vî warî de hatin kirin.

Rojeva sereke ya civînê jî rê û rêbazên meşandina kampanya 'NA' bû. Hevberdevka HDK-Elmanyayê Elîf Sonzamanci li ser guhertina destûra bingehîn û pêvajoya referandûmê pêşkêşiyek kir. Hevberdevk Alî Mîtîl jî biryarên li ser platforma kampanya 'NA' ragihand. Dûre endamên meclîsê nêrînên xwe li ser kampanyayê anîn ziman. Di civînê de hat destnîşankirin, ku divê HDK-Elmanya bibe hêza bingehîn a Platformên NA û di vê pêvajoyê de rêxistinbûna HDK'ê were xurtkirin.

Di civînê de Desteya Lihevanîn û Çareseriyê ya HDK-Elmanya hat hilbijartin. Nîlgun Kaya, Yuksel Wesslîng û Metîn Ayçîçek ji bo vê desteyê hatin hilbijartin.