MAK’ê li Nisêbînê ‘hevkarekî faşîst’ hedef girt

Milîsên Azadiya Kurdistanê (MAK) ragihandin ku li navçeya Nisêbîn a Mêrdînê bi bombeya deng li dijî mala kesekî ku bi dewleta Tirk re di nava hevkariyê de ye, çalakî kirin.

LI NISÊBÎNÊ ÇALAKÎ

Milîsên Azadiya Kurdistanê (MAK) daxuyaniyek nivîskî dan û gotin: “Şeva 26’ê Adarê derdora saet 23.00’an me li Cadeya Nisêbîn/Sakaryayê bi bombeya deng li dijî mala A. A ku bi dewleta Tirk a faşîst û hov re di nava hevkariyê de ye, çalakî kir.”

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku di encama çalakiyê de bedena wî ‘bi temamî birîn bû’ û hat rakirina nexweşxaneyê û wiha hate gotin: “Tîmên me piştre bi rengekî serketî ji qada çalakiyê veqetiyan.”

MAK’ê ev tişt jî got: “Em vê çalakiya ku di çarçoveya 21-28’ê Adarê Hefteya Qehremaniyê ya Neteweyî de li Nisêbînê hatî lidarxistin, diyarî Mazlûm Dogan, Egîd, Rahşan, Bêrîvan û hemû hevrêyên ku di meha Adarê de şehîd bûne, dikin. Ev çalakiya me; rasterast ji bo her kesê ku li Kurdistanê bi çeteyên kujer û êşkencekar re di nava hevkariyê de ye, peyameke hişyariyê ye. Nebin parçeyekî planên qirêj ên ku dewleta mêtinger û faşîst li Kurdistanê xistiye dewrê. Li dijî gelê xwe sûcan nekin. Her xayînê ku bikeve vê hewldanê, bila bizane ku wê ji berdêldayînê rizgar nebe.”