Li sûkek Munchenê dengê çekan bilind dibe
Li sûka Olympîa ya li bajarê Munih a Elmanyayê, dengê çekan tê û operasyonek mezin a polîsan li herêmê destpê kiriye.
Li sûka Olympîa ya li bajarê Munih a Elmanyayê, dengê çekan tê û operasyonek mezin a polîsan li herêmê destpê kiriye.
Hate ragihandin ku li sûka Olympîa a li bajarê Munchen a Elmanyayê, dengê çekan tê û operasyonek mezin a polîsan li herêmê destpê kiriye, hate diyarkirin ku êrîşkerekî gule barandine û gelek kes birîndar bûne.
Li ser dengê çekan, hate daxuyandin ku polîs bi helîkopteran hatine veguhestin.
Çavkaniyên polîsan, dan xuyakirin ku piştî gulebaranê gelek birîndar li navenda kirîn û firotinê ne û ragihandin ku êrîşkarek li hundir e.
Sûk li mirovan hat girtin. Hate diyarkirin ku gelek kes di hundir de asê mane.