Li Sîlîvriyê girtiyan dest bi greva birçîbûnê ya bêdem kirin!

Hat diyarkirin ku li Gîrtîgeha Sîlîvriyê 4 girtiyan dest bi greva birçîbûnê ya bêdem kirine.

Li girtîgehên Tirkiyeyê ku bi biryarnameyên Rewşa Awarte bûne wargehên komkirinê, binpêkirina mafên mirovan di astek giran de dewam dike. Girtiyên siyasî Mehmet Ozdemîr, Onûr Katar, Çagri Avci, Eser Çelîk ên ku li Girtîgeha Nimre 6 ya Sîlîvriyê daxwaznameyên wan ên li dijî sepanînên dermirovahiyê li ber çavan nehatin girtin, dest bi greva birçîbûnê ya bêdem kirin.

Hevjîna Mehmet Ozdemîr, Betul Ozdemîr a ku 6’ê Kanûna 2016’an çibû serdanê, agahî dan ANF’ê.

Ozdemîr ragihand ku hevjînê wê û hevalên wî li dijî zêdebûna binpêkirina mafên mirovan 5’ê Kanûnê roja Duşemê dest bi greva birçîbûnê ya bêdem kirine, wiha axivî; “Mafên wan ên gotûbêjê tê astengkirin, pirtûk nayên dayîn, daxwaznameyên wan tên paşguhkirin, her tim bi kamerayan tên şopandin, nameyên wan nayên dayîn, nameyên ku ew dinivîsin nayên şandin, danê êvarî bi ser hucreyan de digrin û alavên wan tevlîhev dikin, lêpirsînên keyfî tên kirin.”

Betul Ozdemîr, li dijî vê zilma ku li ser girtiyan pêk tê banga hestewariyê kir.