NÛ BÛ

Li Marsîlya, Hîldesheîm û Bensheîmê tecrîd hate protestokirin

Li bajarê Marsîlya yê Fransa û bajarê Bensheîm û Hîldesheîm ê Elmanyayê tecîrda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û qetlîama Qamişloy hate protestokirin.

Li bajarê Marsîlya yê Fransayê tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û qetlîama ku li Qamişloyê pêk hatî bi awayekî girseyî hate protestokirin.

Bi beşdarbûna ciwanên Marîgnan li qenalê France 3 TV çalakiya bêîtihatiya sivîl li dar xistin. Di çalakiyê de dirûşmên “Bijî Serok Apo” û “Ji Ocalan re azadî” hatin qîrikirin.

BENSHEIM

Li bajarê Bensheîm ê Elmanyayê, ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çalakiya standê hate lidarxistin. Di çalakiyê de têkildarî tecrîdê Elmaniyan agahdar kirin.

HÎLDESHEÎM

Li bajarê Hîldesheîm ê Elmanyayê weke her roja Înê îro jî bi dirûşma “ Ji Ocalan re azadî, ji Kurdistanê re statû” çalakiya standê hate vekirin.

Di çalakiyê de belavokên ku daxwaza azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tîne ziman hatin belavkirin. Ji bo Elmanan bal kişandin ser têkiliyên Tirkiye û çeteyên DAIŞ’ê. Di çalakiyê de peyama “Ji bo betlanayê neçin Tirkiyeyê” hatin dayîn. Her wiha Elmanî di vî warî de hatin agahdarkirin.

Wê çalakiya kon di hefteya pêşiya me de li pêşiya avahiya Dêra Jakobiyê bê li dar xistin.

 

...