Li Kopenhagê zarok ji bo Zarok TV meşiyan

Li Kopenhagê di serî de Zarok TV ji ber gelek dezgehên çapemeniyê yên azad û muxalîf hatin girtin, îro ber bi meclîsa Danîmarkayê meşek hat lidarxistin.

Îro li navenda Kopenhaga Danîmarkayê, Kurdan di serî de Zarok TV ji ber gelek dezgehên çapemeniyê yên azad û muxalîf ji bi sepanînên derqanûnî yên hikûmeta AKP’ê ve li Tirkiyeyê hatin girtin,   ber bi meclîsa Danîmarkayê meşek  li dar xistin.

Li ser banga Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Danîmarkayê, îro saet 13.00’an zarokên Kurdistanî li qada Nytorv ya li navenda Kopenhangê kom bûn, pankart û dowîzên têkîldarî Zarok TV hildan, vê bêhiqûqiya dewleta Tirk protesto kirin û dirûşme berz kirin.

Zarokan dosyayek agahdarkirinê ya di serî de Zarok TV, girtina dezgehên çapemeniyê yên azad protesto dike radestî meclîsa Danîmarkayê kirin.

Di dawiya çalakiyê de axaftin hatin kirin, êrîşên dewleta TC a bi ser Rojava ku duh bi balafirên şer qetlîam pêk anîbûn, lenet kirin. Li ser navê PYD Danîmarka Bavê Huseyîn axivî û diyar kir ku şirîkê qetlîama duh hêzên koalîsyonê ne.

...